Warê Feqiyê Teyran bi biryarin encama 7'ê Hezîranê bistîne 2018-06-21 12:49:23   WAN - Namzet û rêveberên HDP'ê li Wan û navçeyên wan bi şev û roj xebaten hilbijartinê dimeşînin. Her rojê li gund û navçeyekê diçin gel û esanfan ziyaret dikin. Yek ji cihê ku namzet û rêveberên HDP'ê ziyaret kirin û bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin Navçeya Miksê ya Wanê ye. Li navçeya Miksê ku herî zêde di bin zextên dewletê yên cerdevaniyê de dijîn, êdî li dijî polîtîkayên betalî û xizaniyê bi birarin ku dengê xwe bidin HDP'ê û encama 7'ê Hezîranê bi dest bixin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, li Navenda Wanê û 13 navçeyên wê tevî gundan bi şev û rojan xebatan dimeşinin. HDP armanc dike ku li Wanê 8 wekîlan derxe. Tevî astengiyên polis, leşker, walî, qeyûm û hemû rayedarên dewletê HDP bi biryare ji 7'ê Hezîranê bêtir dengan li Wan û navçeyên Wanê derxe. Rêveber û namzetên HDP'ê li her derê bi coşek mezin tên pêşwazîkirin û tevlêbûna HDP'ê her ku diçe zêde dibe. Welatiyên ku HDP'ê pêşwazî dikin bi coş û kelecanek mzeni HDP'ê pêşwazî dikin. Yek ji navçeyên ku bi kelecanek mezin pêşwazî dikin Navçeya Miksê ya Wanê ye. Welatiyên gund û navçeyên Miksê vê carê bi biryarin ku encama 7'ê Hezîranê di 24'ê Hezîranê de jî nişan bidin.    Navçeya Miksê ya Wanê, bi navê helbestvan û fîlozofê kurd Feqiyê Teyran tê nasîn. Di sala 1915'an de piştî komkujiya ermeniyan, ermeniyen li vir bûn, koç kiribûn. Navçeya ku bilindahiya wê 3 hezar metre ye û navçeya heri dûr ya bajar e. Ji ber dûr e û berfa wê zêde ye. navçeya têkiliya wê ya bi Wanê re herî kêm e. Em bi namzetên HDP'ê Asuman Yelmazer, Parlamenterê Wanê yê berê Nazmî Gur re çûn navçeyê û me nerînên gel stend.    ŞIVAN JÎ Û ESNAF JÎ HDPÎ NE   Li navçeya ku 110 kilometreyên bi fitlonek dûrî bajar e, xwedi pir ziman û pir çand e. Hêj berfa çiyayên wê yên bilind nehiliya ye. Koçerên ji bajarên cudra hatine li  zozanên vir bi cih bûne. Şivan li ser rê me bi germî pêşwazî dikin. Yek ji şivanên ku piştî maşîna me dît nîşaneya serkefitnê kir, me bi wîre sohmet kir. Şivan got "Ewil min got belkî hûn AKP'î ne. Piştî min ala HDP'ê dît ez kefxweş bûm" Şivan kelecan û kêfxweşiya xwe ani ziman. Namzetên ku li nava şivanan geriyan û piştre çûn nava konên Koçeran, bi germahiyek mezin û kêfxweşî hatin pêşwazikirin. Malbata Koçer ên ji Sêrtê hatine, diyar kirin ku 4 dengê wan hene û dê dengê xwe bidin HDP'ê. Malbata koçer diyar kirin ku dibe 4 dengê me qedera kurdan biguherin û dê teqez biçin ser sindoqan û diyar dikin ku de dêngê xwe bidin HDP'ê.      HDP'Ê LI MIKSÊ GELEK TIŞT BI DEST XIST   Parlamenterê HDP'ê yê Berê Nazmî Gur, diyar kir ku Miks navçeyek gelek girîng û ger HDP li vir bi ser bikeve û dê li her derê bi ser bikeve û got "Miks navçeyek pir zimanî û pir çandî ye. Piştî 1915'an de li vir komkujiya nijadi pêk hat. Pişti salên 90’an gelek geşedanên siyasî û civakî pêş ketin. Navçeyak ku bi xweza, av, ax û nasnameya çandî tê nasîn, di ketina bajar de alên AKP-MHP li ba dibin. Dîsa Midûriyeta Polîsan û Edliye bi dîwarên betonî hatiye pêçan. Barîkatên beton balê dikişîne ser xwe. Dema em derbasî avahiya HDP'ê ya Miksê bûn, welatiyekî got “Yekem car ala MHP'ê ketiye vê navçeyê. Ew jî bi xêra AKP'ê ket vê navçeyê.     Piştre endamê HDP'ê Emin Baytar der barê rewşa hilbijartinê de agahî da. Baytar, diyar kir ku dema di salên 90’an de ji bo xebatên hilbijartinê hatin navçeyê bi dehan caran rastî êrîşê hatin. Baydar, anî ziman ku her dem navçeya Miksê rengê hilbijartinê li Wanê guhertiye û wiha got: "Di sala 1991'an de Namzetê kurd Remzî Kartal ji lîsteya SHP'ê ket hilbijartinê. Kartal 370 deng stendibû. Di hilbijartina 7'ê Heziranê de HDP'ê ji sedî 65, di 1'ê Mijdarê de ji sedi 54 deng stend. Em dibinin ku guhertinek mezin heye. Herî zêde me di 7'ê Heziranê de deng stend. Lê em bawer dikin ku em dê disa di wê astê de dengan bistînin. Em dê di 24'ê Hezîranê de 7'ê heziranê derbas bikin.    Li taxa Çatbayirê ya Miksê ku cerdevan lê zêde ne, em li gelek heyeta ku di navde Şaredarê Miksê Mehmet Garîp Aykut ê qeyûm tayînî şûna wî kiriye geriyan. Aykut, der barê rewşa navçeyê de agahî da û diyar kir ku piştî qeyûm tayînî şûna wan hat kirin gelek projeyên wan nîvco ma. Aykut, anî ziman ku wan kanalizasyon bir gelke tax û gundan û piştî qeyûm tayîn bu gelek xebatên wan nîvco ma.  "   Dema dolmîşa anonsê ya HDP'ê li navçeyê digere zarok, ciwan, kal û pîr bi coşek mezin pêxwazî dikin. Dema em li gel namzetan li malan digerin û derbasî malan dibin, heyetê bi coş û kelecan pêşwazî dikin.  Dema em li gundên ku ji sed malî pêk tê li deriyan didrin hemû şaredra nas dikin û kêfxweşiya xwe tinin ziman. Dema namzet Asuman Yelmazer broşurê dirêjî jinan dike, diyar dikin ku tenê daxwaza wan berdana Demirtaş e.    Welatiya taxê Şukran Avşar diyar kir ku ew hemû kurd in û bê guman ji bilî HDP'ê dengê nadin kesên din. Avşar jî xwest Selahattin Demirtaş bibe Serokomar da ku fêda wî bigêje her kesî.      MA / Nimet Olmez