Dê hilbijêran ji zozanan bibin cihê sindoqan 2018-06-21 12:17:30   DÊRSIM – Li Dêrsimê hejmara hilbijêran bi giştî 64 hezar û 290 kes in û ji bo wan dê 490 sindoq bên danîn. HDP’ê ji bo ewlehiya sindoqan bi hezaran endamên desteya sindoqan û muşahîd peywirdar kiriye. Hilbijêrên ku cihê sindoqên wan hatine guhestin dê bi wesayîtan ji zonanan û ji gundên wan bên hildan û bo ku biçin li ser sindoqên qeyda wan lê heye dengê xwe bidin.    Rêxistina Bajarê Dêrsimê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir ku wan xebatên xwe yên ji bo ewlehiya sindoqan temam kirine. Hat aşkerakirin ku li Dêrsimê 64 hezar û 290 hilbijêr hene û bi giştî 490 sindoq tên danîn. Li navenda Dêrsimê 131, Ovacixê 70, Pertekê 60, Pilurê 20, Nazimiyê 30, Hozatê 35, Mazgirtê 75, Çemîşgezekê 20 kes ji bo li ser sindoqan bisekinin hatine peywirdarkirin. Dê her kesek ji bo peywira xwe ya li ser sindoqê alîkarek jî bi xwe re bibe.  Her wiha bi sedan kes ji bo ku bibin muşahît serî li Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ya li Dêrsimê dan. Di dibistan û navenda Dersimê de 30 û li navçeyan jî 85 kes hatin peywirdarkirin bo ku karibin mudaxeleya agahiyê nelirêtiyê yên tên berdestê wan bikin.    DÊ HILBIŞÊR BÊN VEGUHESTIN   Li Dêrsimê 56 sindok ji cihê xwe hatin guheztin. Ji vana 48 sindoq ji Pilurê, ên din jî ji Hozat, Çemîşgezek û Mazgirtê hatin guheztin. Ji bo hilbijêrên van sindoqan jî bên guheztin wesayît hatine kirêkirin û li gel vê hemû karên roja hilbijartinê hatine temam kirin.  Her wiha ji bo welatiyên li zozanên Ovacik, Pilur û Nazimiyê jî wesayît hatin amadekirin. Kesên ku sewalên wan hene û ji bo ku mexdur nebin jî dê li gor wê amadekarî bê kirin da ku kes mexdur nebe.    PARÊZER JÎ DÊ LI SER SINDAQON BIN   Bilî peywirdaran jî li navenda Dêrsimê 3 û li navçeyan jî her yek, yek parêzer hatine peywirdarkirin. Bo ku hilbijartina 24’ê Hezîranê bi ewle derbas bibe ev parêzer jî dê li ser sindoqan bin. Heke kêmasiyeke derkeve dê demildest doz bidin vekirin.    ‘BI ROJ LI SER SINDOQÊ, BI ŞEV JÎ LI DÛ SINDOQÊ’   Endamê Komîsyona HDP’ê yê Dêrsimê Hidir Oduncu li ser ewlehiya sindoqan û hilbijartinê axivî. Oduncu diyar kir ku amadekariyên wan temam in û bang kir ku divê her kesek dengê xwe bikar bîne û xwedî li denê xwe derkeve. Oduncu vegot hilbijartina roja  24’ê Hazîranê sibê seet 08.00’an de dest pê dike. Lê divê peywirdar herî kêm seetek berê li ser sindoqê amade bin. Divê seet 07.00’an de hemu peywirdar, alîkar û berpirsên dibistanan li ser sindoqên xwe amade bin û heta deng bên dayîn û hejmar biqede ser karê xwe bin. Êvarê jî dê li dû sindoqan bin.    ‘DÊ DEMILDEST MUDAXELE BIKIN’   Oduncu vegot ku tu gumana kesî nebe ku dê hemû peywirdar xwedî li dengê hatine dayîn derkevin. Na ku mîsqalezere nelirêtî hebe dê mudaxele bikin û derbarê nelirêtiyê de îtîraz bikin.  Oduncu wuha gotina xwe bi dawî kir: “Li dij îhlalên pêk tên hemû hesasyet dê bên nîşandin. Roja hilbijartinê masa me ya krîzê heye. Masa krîzê dê demildest li dij îhlala pêk bê bikeve nav liv û lebatê”.    MA / Semra Turan