Mala ji dar û textan kirin buroya HDP’ê 2018-06-21 11:33:36   WAN - Li Wanê, mala ji dar û depan (textan) a malbatekê ku kirin buroya hilbijartinê ya HDP’ê, mirov şaşwaz kirin. Mala dar û textan a buroya hilbijartinê ya herî balkêşe ku malovaniyê ji gelek kesan re dike.    Buroya herî balkêş û rengîn li Wanê hat vekirin. Malbata Satilmiş a li Taxa Aranîk a navçeya Rêya Amûşê ya Wanê dijîn, hatin gelhev û bi derfetên xwe mala ji dar û textikan kirin buroya hilbijartinê ya HDP’ê. Yek ji endamên malbatê Cahît Satilmiş, diyar kir ku bi armanca piştgiriyê bidin HDP’ê buroya hilbijartinê vekirin û wiha got: “Ji em di 24’ê Hezîranê de hîn zêdetir dengan bigirin, me li gundê xwe û bi derfetên xwe yên heyî, buroya  hilbijartinê kir. Em pir keyf xweşin. Înşellah em ê qezenc bikin.”   Namzetên HDP’ê yên çûn serdana buroyê, pir şaşwaz û keyf xweş bûn.