Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin 2025-04-23 09:01:45 AMED - Jinên Amedê bertek nîşanî rêziknameya qedexekirina sezeryana plankirî ya li navendên tenduristiyê dan û xwestin ku ev rêzikname bê rakirin.  Wezareta Tenduristiyê bi "Rêziknameya Saziyên Tenduristiyê yên Taybet ên Teşhîs û Dermankirina Li Ser PÊyan" li navendên tenduristiyê sezeryenên plankirî qedexe kir. Bi weşandina rêziknameyê di Rojnameya Fermî de (19'ê Nîsanê) bertek jî zede bûn. Rêxistinên jinan bertek nîşanî polîtîkayên desthilatê yên li ser bedena jinê dan.   Jinên li navçeya Sûrê ya Amedê bertek nîşanî rêziknameya navborî dan û xwestin ku demildest bê betalkirin.   'TERCÎH YA JINÊ YE'    Sîdar Sîrdaşê diyar kir ku rêbaza jidayikbûnê tercîha jinan bi xwe ye û got: "Nabe ku welidandina xwezayî li ser jinan were ferzkirin. Dibe ku hin kes welidandina asayî naxwazin. Dibe ku naxwazin bi wê derûniyê re rû bi rû bimînin. Her wiha carinan ji bo tenduristiya zarokê sezaryan pêdivî ye. Dibe ku zarok ters were û ji bo vê jî sezeryan hewce e."    Sîdar Sîrdaşê bilêv kir ku ev yek jî dibe sedema tundiya li ser jinê û got ku mafê mêr nîne ku li ser bedena jinê bibe xwedî gotin. Sîdar Sîrdaşê got: "Bêyî ku ji jinê bê pirsîn bi qanûnê biryarek li ser bedena jinê tê dayîn. Divê jin vê yekê qebûl nekin."   'DIVÊ BÊ BETALKIRIN'   Merve Încî ya ku 2 zarokên xwe bi sezariyê anîne dinyayê jî wiha got: "Carinan ji ber rewşa tenduristiyê ya zarokê sezeryan hewce ye. Divê her kes der barê bedena xwe de biryara xwe bide. Divê jin li dijî vê rêziknameyê derkevin û bê betalkirin."   Merve Ayakê jî got: "Divê jin di biryara xwe de azad bin. Sezeryan an jî welidandina sayî? Divê bi xwe biryarê bidin. Divê ev rêzikname bê betalkirin. Divê jin xwedî li azadiya welidînê derkevin."   Seren Demîrê got: "Mafê mêran nîne ku li ser bedena jinan bibe xwedî gotin. Divê rêzikname bê betalkirin û ev zîhniyet bê guhertin."   Saniye Sayinê jş anî ziman ku jin di biryardana çawaniya welidandinê de azad in û wiha bertek nîşan da: "Dema pêweîst be jin dê bi sezeryanê bilwelidîne an jî bi awayekî xwezayî."    MA / Heval Onkol