4 kes li Colemêrgê hatin binçavkirin 2018-06-21 11:10:50 COLEMÊRG - Li gund û navenda Colemêrgê, di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin.  Li gund û navenda Colemêrgê, di serdegirtina mala de 4 kes hatin binçavkirin. Li navenda bajêr Sadullah Uyan, muxtarê gundê Şumunîs Dervîş Demîrkan û li gundê Kotranîz jî Rustem Karaman hatin binçavkirin.    Li gorî çavkaniyên herêmî, Şaban Kaya yê berî heftiyekê li goma Orîte ya gundê Ordeklî ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û berdan, li Wanê hat binçavkirin û anîn Colemêrgê. 4 kesên ku hinceta binçav kirina wan nehat zanîn, li Midûryetên Polîs û cendirmeyan tên girtin.