Mehmet Tursun: Rola DMME nema ye 2018-06-21 11:10:15   ÎZMÎR – Doza Baran Tursunê ku bi guleya polisê bi navê Oral Emre Atar hatibû kuştin di AÎHM’ê de hat dîtin. AÎHM’ê cezayê 2 sal û mehkê girtîgehê ku li polis hatiye û tazminata daye malbata dursun bes dît. Dadgehê dibêje ceza û ev pereyê tazmînatê maxduryeta malbatê dibersivîne. Mehmetê Bavê Baran Tursun got: “Tu rol u bandora ku DMME' wan paşve vegerîne nemaye."    Di rojên derbasbûn de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi biryara xwe ya ku li ser Doza Roboskiyê dabûn bû rojev û gelek rexneyên tund û berfereh lê hat kirin. Niha jî bi doza Baran Tursun a li Îzmîrê ku di 2007’an de  bi guleya polîs hatibûn kuştin di  rojevê de ye. Dadgehê biryara 2 sal û mehek cezayê girtîgehê û 111 hezar û 359 Euro cezayê tazmînatê li Oral Emre Atarê polis birîbûn. DMMA'yê jî vê cezayê ku dadgeha Tirk li Polis biriye parast.   Mehmetê Bavê Baran Tursun biryara AİHM’ê nirxand got: “ Em diçûn ku ji mer dihat gotin ku kes nikare li dijî dewletê têbikoşe”. Dihat xwestin ku em bi van gotinan dev ji doza xwe berdin. Lê bû 14 sal ku li ser doza xwe em têdikoşin. Di vê têkoşînê de me dît ku li Tirkiyê dozên kesên ku bi guleya polîsanan tên kuşitin hema-hema bê ku ceza bê dayîn diqedin. Bi van biryaran rê li pêşiya polîsan tê vekirin û polîs jî hê rehetir û bi kêfa xwe hinekên din dikujin. Me piştî ku Weqfa Baran Tursun ava kir û şûn ve me bi awayê şênber jî dît, dozên wisa bê ku ceza li polîsan bê birîn biencam dibin.    ‘DOZÊN DMME'YÊ JI SEDÎ 97 ÊDÎ TÊN REDKIRIN’   Tursun vedibêje ku xwediyê dozan hemû hêviyên wan ê ku li Tirkiyê diqurmiçin û şûn ve hêviyên xwe bi edaleta AİHM’ê ve girê didan. Encax di şopandin û lêkolîna Weqfa Baran Tursun de dertê holê ku ‘bi taybet ev saleke biryarên AİHM’ê jî wek biryarên dadgehên Tirk tên dayîn. Her wiha di 97 dozên giran û maxduryetên mezin de biryarên red daye. Di doza Baran Tursun de jî heman biryar dan. AİHM’ê biryara Dadgeha Giran a 1’emîna Karşiyaka Îzmîrê  ya li ser doza Baran Tursun ji 43 rûpelan pêk dihat kurt kir û daxist 25 rûpelan. Li gel ku 4 hezar rûpel parastina Doza Tursun hebûn jî DMME'yê qe peyvek ji vê parastinê esas negirt   'BIRYARÊN BI TIRS Û XOF'   Tursun destnîşan dike ku AİHM ev saleke derbarê Tirkiyê de biryarên ku dide bi tirs û fikar dide û wiha dibeje: “Ev biryar bi giştî ji ber hin tirsên naye zanîn wisan hatine girtin. Ev ne biryarên hiquqêne. Heke AİHM ji ber hin tirsên ku naye zanîn li ser Tirkiyê van biryarên ne adil dide divê em jî hew bi wê bawer bikin. Divê em helwesta wan bidin şîrovekirin û bi raya giştî ya demokratîk bidin famkirin. Ji xwe bawerî bi dadgeha Tirk nemaye. Serokê Dadgeha Bingehîn, Serokê Yargitayê, Serokê Dadgehan jî dibêjin ku bawerî bi dadgehên wan nemane. Heke wisa biçe dê wek dadgehên Tirk baweriya ji biryarên DMMA'YÊ re jî nemîne”.     ‘BANDORA DMME'YÊ TUNE YE'    Tursun aşkera dike ku ew dê têkoşîna xwe ya Weqfa Baran Tursun bidomînin û got: “Berê texilandineke xurt ya biryarên DMME'YÊ li ser pergala hiquqa Tirkiyê hebûn. Lê îro ew hêza texilandina li ser Tirkiyê nemaye. Dixuye ku di nava civaka Tirkiyê de ev bi têra xwe nehat nîkaşkirin. Lê em dê bê navber vê helwesat ne di cih de ya AİHM’ê bixin rojeva raya giştî û teşhîra wê bikin”.