Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 34'an 2018-06-21 11:08:56   ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê, di serdegirtina mala de hejmara binaçkirinan derket 34'an.    Li navçeyên Cizîr, Sîlopî, Hezex, Qilaban, Elkê û navenda Şirnexê, di serdegirtina hemwext a 20’ê Hezîran de, endamên HDP’ê jî dinav de gelek kest hatin binçavkirin. Walîtiya Şirnexê derbarê mijarê de daxuyanî da û ragihand ku wan li tevahiya bajêr 34 kes binçav kirin. Kesên bi hinceta parvekirinên medya civakî yên bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Heqaret li Serokkomar kirin” hatin binçavkirin, li Midûryetên Polîsan ên cuda tên girtin.