Rojnameger Rabîa Onver îfade da 2025-04-22 15:36:01 WAN - Nûçegihana JINNEWS'ê Rabîa Onver ji ber parvekirinên xwe yên li ser hesabê xwe yê medyaya ferazî îfade da. Nûçegihana JINNEWS'ê Rabîa Onver bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medyaya ferazî bang lê hate kirin ku îfadeyê bide. Rabîa Onver bi îdiaya "gel teşwîqî rik û dijminatiyê kiriye" li Emniyeta Wanê îfade da. Rabîa Onver derbarê  nûçeyên wê yên derbarê tûndiya polîsan a di dema çalakiyên şermezarkirina tayînkirina qayûman a şaredariya Êlihê de pirs ji wan hat kirin. Rabîa Onver diyar kir ku parvekirinên wê di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê de ne û di parvekirinên wê de tu hêmanên sûc tune ne.