‘Li Idirê ji ber ku eleqeya ji bo HDP’ê zêde bû, partiyên din pes kirin’ 2018-06-21 10:48:49   IDÎR - Namzetê HDP’ê yê Idirê Dr. Habîp Eksîk, kêmasiyên di qada tenduristiyê de vegotin û projeyên tenduristiyê yên partiya xwe rêz kirin. Eksîk, got ku; “Ji ber ku eleqeya ji bo HDP’ê zêde bû, partiyên din pes kirin. Li Idirê hedefa me 2-0 e.”   Partiya Demokartîk a Gelan (HDP), li Idirê xebatên hilbijartinê bê naber berdewam dike û hedef dike ku 2.0 qezenc bike. Namzetê bajêr Dr. Habîp Eksîk, polîtîkayên tendurisyê yên hikûmet rexne kir û got polîtîkayên tenduristiyên yên HDP’ê dê xizmeta wekhev pêşkêşî gelan bike.   EKSÎK, SEROKWEZÎR DEREWAND   Eksîk, diyar kir ku di mitînga 6 Hezîranê ya Idirê ku Serokwezîr Bînalî Yildirim başdar bû de, îdîa kiribû ku li Idîrê 5 nexweşxane çêkirine. Eksîk serokwezîr berewand û wiha axivî: “Li navenda bajêr tenê yek nexweşxaneya dewletê û yek ji ya taybet hene. Ji bilî 2 nexweşxaneyan tu nexweşxaneyek din vê derê tuneye. Her halde, serokwezîr 5 caran hatiye vê derê û di her 5 caran de beşdarî vekirin heman nexweşxaneyê bû. Ji bo wê dibejê qey heya niha 5 nexweşxane çêkirine. Berî 6 salan li Idîrê nexweşxaneyek dewletê çêkirin. Ji derveyî wê hikûmetê tu nexweşxaneyek din çênekir.”    ‘JI BAJÊR ANJIYO NAYÊ KIRIN’   Eksîk, anî ziman ku li Idirê pirsgirêkên cîdî yên qada tenduristiyê hene û wiha got: “Hema bêje nexweşxanê tune ne. Li nexweşxaneyên heyî jî pirsgirêkên cîdî yên perslnel, bijîşk û alavên tenduristiyê hene. Bi KHK’ên derxistin hemû personelên tenduristî û bijîşk ji kar avêtin. Bi awayekê pir cîdî pirsgirêkên kadro hene. Mîna li Idîrê kronel anjiyografi nayê kirin. Ev jî bixwe re krîza dil tîne. Bajarên herî nêzîkêı Idîrê Erzirom û Qersin. Kesek gava li Idîrê krîza dil derbas bike, piştî 3 saetan digihe Qers û Erziromê. Ji ber vê yekê di her mehê de herî kêm 10 kes di rêyên Erzirom û Qersê de ji ber krîzên dil jiyana xwe ji dest didin.”    ‘POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê YÊN TENDURISTIYÊ TUNEYE’   Eksîk, bal kişand ser projeyên tenduristiyê yên partiya xwe û wiha bilêv kir: “Em ê weke HDP’ê di qada tenduristiyê de, feraseta nexweşan weke muşteriyan dîtin ji holê rakin. Em ê navendên tenduristiyê ava bikin û derfetên cuda pêşkêş bikin. Em ê bi awayekê wekhev xizmeta tenduristiyê bikin û derfetan ava bikin. Emê nexweşan weke nexweşan bibîn in.”    ‘JI BER ELEQEYA JI BO HDP’Ê PARTIYÊN DIN PES KIRIN’   Eksîk, dest nîşan kir ku eleqeya ji bo HDP’ê pir zêde bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di tevahiya  Tirkiyeyê de avhewayek pir xweş heye. Gel êdî ji proje û bernameyên partiyên pergalê bê zar bûne. Li Idîrê jî coşek têkûz heye. Eleqeyek pir baş heye. Li Idîrê, mîna 7’ê Hezîranê, em ê di 24’ê Hezîranê de jî 2 parlamenteran derbixin. Ji xwe partiyên din ên li bajêr pes kirin. Êdî nikarin gefan bixwin. Sedema vê yekê eleqeya ji bo HDP’ê ye. Her roja derbas dibe eleqeya ji bo HDP’ê zêdetir dibe. Ew dinava têkçûyînek mezin dene.”