Komên çekdar li Efrînê bijîşk kuştin 2018-06-21 10:21:14 EFRÎN - Li navenda Efrînê, komên çekdar, bijîşkê li dijî wan derket kuştin. Li ser vê yekê gel derketin kolanan. Çeteyan, di ser gelê derketin kolanan reşandin û jinek jî hate qetilkirin.  Komên çekdar ên li Efrînê li Efrînê bijîşkek kuştin. Li ser vê yekê gel derket kolanan. Komên çekdar ên OSO ku her roj talan, wêran û diziya gel dikin, welatiyan direvînin, îşkence dikin û dikujin. Herî dawî piştî bijîşkek kuştin gelê Efrînê dimînin bêzar bûn û li dijî komên çekdar derketin kolanan. Li gor agahiyan, îro serê sibehê endamên komên çekdar çûn mala bijîşk Samî El-Ferac û xwestin malê vala bikin. Piştî bijîşk El-Ferac li hemberê vê yekê derket, di navbêra wî û komên çekdar de nîqaş derket. Di encama niqaşan de komên çekdar bijîşk gulebaran kirin û kuştin. Piştî bûyer belav bû, Eşîra Bobenî û gelek kes hatin pêşiya malê û bertek nîşan dan.   Di demek kurt de jin, zarok, ciwan û her kes tevlî vê xwepêşandanî bûn û dirûşmên "Em çeteyên kujer naxwazin", "Dewleta tirk çeteyên xwe hilde û derkeve ji vir" berz kirin. Xelqê ku tevlî xwepêşandanê bûn cenazeyê bijîşk rakirin û dest bi meşê kirin. Ciwanan ku li hemberê çeteyan bertekên hişk nîşandan, di navbêra wan û çeteyan de nîqaş derketin. Di dema xwepêşandanê de komên çekdar li ser girsê gule reşandin. Hat diyar kirin ku jinekê jiyana xwe ji dest da. Di bûyerê de gelek kes birîndar bûn.    Li navenda Efrînê ku hêj jî gelek ciha xwepêşandan didomin, komên çekdar neçar man ku ji navenda Efrînê derkevin û li cihên bilind bi cih bibin.