Temel: Tirsa çûniyê bi wan girt! 2018-06-21 09:59:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya e-rojname Tayip Temel, di nivîsa rojnameyê ya îro de bal kişand ser hilbijartinê û diyarkir ku êdî dem dema hesab pirsînê ye û wext hatiye.  Nivîskarê Rojnameya e-rojname Tayip Temel di nivîsa quncikê xwe ya Deng de bi ser navê "Tirsa çûyînê bi wan girt!" li ser rewşa dawî ya hilbijartinê û îktîdarê nivîsand.    Nivisa Temel a bi ser navê Tirsa çûyînê bi wan girt! wiha ye:   Êdî dem dema hesabê ye. Wext hat. Yên ku heya niha li ser gel zilmê dikin, ketin ber bextê gel. Gel xwedî wijdan û merhamet e. Lê belê heqnas e jî. Mêzîna gel mêzîna rastiyê ye. Bi taybetî gelê kurd di her warê de rêya heq û heqîtê dişopine. Dibe ku hin minafik, xêrnexwaz, menfetparêz dixwazin serê gel tevlihev bikin, bi hişmendiya gel bilizîn, tovê bindestiya hezar salan di nav kurdan de mayînde bikin. Ew derdor ji bo kurdan kurmê darê ne. Lê belê gelê kurd li gel van kurm û kêzikan wekî dara azadiyê şîn dibe, bilind dibe, bi heybet Rojhilata Navîn dixemilîne. Ev geşedan bawerî dide miletê kurd û dostên wî, tirsê dixe dilê neyarê kurdan.   Hemû neyarên kurd ditirsin. Emrên van serdestan di nav tirsê de derbas dibe. Seddam Huseyîn ku di şevekê de herî kêm 5 hezar kurd kuşt di nav tirsê de jiyana xwe ji dest da. Esad ku nasnameya kurd qebûl nedikir di nav tirsê de dijî. Tirsa herî mezin para AKP’ê ket. Wekî nexweşek di nav sekaratê de ji kurdan ditirsin. Ne ji ber ku kurd neteweyek zordar û tirsê diafirînin. Bi rastî ew ji encamên zilma xwe ditirsin û dizanin ku dê bi vê zilmê temenê xwe bidawî bikin. Çiqas zilmê, serdestiyê, êrîşan mezin dikin tirsa wan jî mezin dibe. Dizanin ku dê hesabê vê zilm û zordariya wan namîne ji mehşerê re. Dê hesabdayîna wan bi vê hilbijartinê destpê bike û pişt re jî heya dawiyê bidome.   Derûniya tirsê di heman demê de êrîşkarî ye, gefxwarin e. Çiqas ditirsin ewqas gefxwarinan mezin dikin. Wezîrekî wan gelê kurd tehdît dike û dibêje ev kirinên me yê heya niha fragman e, we hîn filmê temaşe nekeriye. Beriya niha gelek caran sonda bidawîkirina tevgera kurd da. Gelê kurd bi hemû film û firildaqên wan dizane, hay ji hemû senaryoyên wan ên erzan heye. Ev tirsa di dilê wan de bes e. Li ber çûyînê ne û ji me çêtir wê rastiyê dizanin.   Her wiha ji niha ve encamên hilbijartinan diyar e. Gelê kurd bi serketiye. Dîrokê biryara xwe daye û dê Tirkiye bi gelê kurd rizgar bibe. Hilbijartin di vî warî de qonaxek girîng e. Niha dixwazin bi diziyê pêşiya vê yeke bigirin lê dê bi ser nekevin. Dê gele kurd sindoq bi sindoq li iradeya xwe xwedî derkeve. Heya ku encamên hilbijartinê neyên misogerkirin dê gelê kurd venekişe malen xwe.   Dixwazin vê îradeyê di bin bendavê de bihêlin. Bi vê yekê dixwazin zordarî û êrîşkariya xwe ya li ser civakê rewa bikin. Lê bendav jî êdî tenê meseleya me nîne meseleya hemû Tirkiyeyê ye. Ya ku dixwazin di bin bendavê de bihêlin pêşeroja Tirkiyeyê ye. Raya giştî ya Tirkiyeyê jî vê rastiyê dizane. Bendav îro li pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê astengiyek mezin e û dê bê hilweşandin.   Di 25’ê hezîranê de em ê dîlana azadiyê bigirin. Em ê cejna rizgariyê pîroz bikin. Karê me naqede û ji bo avakirina jiyaneke alternatîf û azad ji nû ve dest pê dike.   Em bi xwedîlederketina gelê xwe serbilind in. Kêfxweş û serfiraz in. Li ser vê axê em ne mêvan in, em malîvan in. Mizginiya me ji bo gelê me ew e ku em ê mala xwe û jiyana xwe azad bikin. Ji îro pê de gelê kurd ji bilî azadiyê û jiyanek bi rûmet tu tiştî qebûl nake. Ev biryardayîn, ev serkeftin, serbilindî, rûmet li me hemûyan pîroz be.