‘Yalova dê xwedî ked û dengên xwe derbikevin’ 2018-06-21 09:51:49 YALOVA - Endamê Komîsyona Hilbijartinê yê HDP’a Yalova Veysel Demîrkaya, diyar kir ku li dijî dizekan amadekariyên wan bi dawî bûn û got: “Gelê Yalova, dê li hemberî kedxwaran xwedî deng û rengên xwe derbikevin.”  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Yalova bi xebatên hilbijartinê berdewam dikin. Yalova ku di serdema bûrî de 2 parlamenter şadin meclîsê, niha xwe amade dike ku divê hilbijartinê de 3 parlamenteran bişîne meclîsê. Gelê Yalova bi biryare ku ji van 3 parlamenteran 1 parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bişîne meclîsê. HDP di çarçoveya vê  biryarê de xebatên xwe berdewam dike û girîngiyê dide ewlekariya sindoqan.    ‘GEL DIXWAZE PERGALA RIZIYAYÎ BI DAWÎ BIBE’   Hevserokê HDP’a Yalova Yuksel Akin, diyar kir ku li Yalova xebatên hilbijartinê pir bicoş û rengîn derbas dibin û wiha axivî: “Gelê Yalova ji bo jiyanek nû û guhertinê amade ye. Em kolan bi kolan digirin û gel qane dikin. Gel ji me re dibêje ‘Behsa xwe ji me re nekin. Ji xwe emê dengê xwe bidin we. Yên di navberê de mayîn îqna bikin.”   ‘LI DIJÎ DIZIYA DENGAN AMADEKARIYÊN ME BI DAWÎ BÛN’    Endamê Komîsyona Hilbijartinê yê HDP’a Yalova Veysel Demîrkaya jî, anî ziman ku amadekariyên wan ên muşahît û peywirdarên sindoqan bi dawî bûn. Desthilatdarî fêr bûye ku dengê ne aîdên xwe bi dize. Êdî serdama pisîk bikeve trafoyê bi dawî bû. Ji bo ku em bendên danîn pêşiya me derbas bikin, me serê her pisîkekê muşahidek amade kir. Li dijî dizekan amadekariyên me bi dawî bûn. Ji bo rûxandina bendan em amadene. Em ê ked û dengê gelan nedin tu kesê. Di serî de ciwan, gelê Yalova ji 7 salî, heya 70 salî li dijî dizekên kedxara divê xwedî deng û rengên xwe derbikevin. Em bang li hemû  kesê dikin ku xwedî dengên xwe derbikevin.”   MA / Elîf Çetîner