Lêgerîna tazî ya li dijî xizmên girtiyan ji Wezareta Dadê pirs kir 2025-04-21 12:02:49 RIHA - Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, lêgerîna tazî ya li xizmên girtiyan ên çûn serdana Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê, ji Wezareta Dadê pirs kir.  Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Dîlan Kunt Ayan, lêgerîna tazî ya dema malbatên girtiyan çûn serdana xizmên xwe yên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê li wan hatibû ferzkirin, xist rojeva Meclisê.    Dîlan Kunt Ayan, xwest Wezareta Dadê bersiva pirsên wê bide. Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku di hefteyên dawî de bi awayekî sîstematîk dema malbat diçin serdanê lêgerîna tazî lê tê ferzkirin. Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku malbatên vê sepanê red dikin jî tên derbkirin an jî mafê wan ê hevdîtinê tê astengkirin.    Dîlan Kunt Ayan xwest wezaret van pirsên wê bibersivîne:    * Li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê di nava sala dawî de li dijî xizmên girtiyan lêgerîna tazî hatiye kirin an na? Gelo di vê mijarê de ji we re tu gilî hatine kirin?    * Piştî îfadeyên kes an jî kesan ên têkildarî sepana lêgerîna tazî, gelo tu lêpirsînên îdarî û edlî hatine destpêkirin an na?    * Tê îdiakirin ku rêveberiya girtîgehê kesên li dijî vê sepanê derketin derb kiriye an jî hevdîtin asteng kiriye. Gelo ev îdia hatine lêkolînkirin?    * Sepana lêgerîna tazî di normên hiqûqa navxweyî û navneteweyî de weke binpêkirina rûmeta mirovahiyê tê qebûlkirin. Îdia hene ku ev sepan didomin. Gelo helwesta wezareta we ya der heqê îdiaya domandina vê sepanê çi ye?    * Prosedûrên lêgerînê yên li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê çi ne? Sepana lêgerîna tazî di kîjan rewşan de û di kîjan mercên venêrînê de tê cîbicîkirin?    * Gelo têkildarî binpêkirinên mafan ên girtî û xizmên girtiyan li girtîgehan dijîn, tu xebatên we ji bo venêrîneke bibandor û mekanîzmaya giliyê heye yan na?”