Ji bo tespîtkirina pirsgirêkan derî bi derî digerin 2025-04-21 10:27:31   AMED - Peywirdara Navenda Şêwirmendiya Psîkolojîk û Hiqûqî ya Xwebûna Jin a Şaredariya Sûrê Dîlek Acar, tundiya fîzîkî ya li dijî jinan di rêza duyemîn û tundiya aborî jî di rêza yekemîn de cih digire.     Şaredariya Sûrê ya Amedê di 28’ê Sibatê de Navenda Piştgiriya Psîkolojîk û Hiqûqê ya Xwebûna Jinê vekir. Xebatkarên navendê, li navçeyê derî bi derî digerin, li pirsgirêkên jinan guhdarî dikin, têkildarî polîtîkayên şerê taybet de li ser mekanîzmayên xweparastinê nîqaşan dikin û ji bo pêşxistina zanebûna jinan jî xebatên cur bi cur dimeşînin. Xebatkarên navenda jinê, plan dikin ku di rojên pêş de di çarçoveya xebatên xwe de atolyeyên bi sernavê “Dikare çi were kirin?” li dar bixin.    TUNDIYA ABORΠ   Ji xebatkarên Yekîneya Xurtkirina Aboriya Jinê ya Navendê Dîlek Acar, diyar kir ku di xebatên xwe de dibînin ku ji ber polîtîkayên îktîdarê jin bi tenê hatine hiştin û jin gihiştine astekî wisa ku êdî vê rewşê qebûl bikin. Dîlek Acar, da zanîn ku di bingeha pirsgirêkên jinan de pirsgirêka aboriyê heye û wiha got: “Dema em li Sûrê dinihêrin, dibînin ku hejariyeke zêde heye. Gelek jin hene ku ji ber vê rewşê rastî tundiyê tên û mexdûr dibin. Jin li bendê ne ku tundiya aboriyê ku ji tundiya fîzîkî bêhtir wan diêşîne, were çareserkirin. Qet ji bîra min naçe, dema em çûn serdana malbatekê, jinekê ji min re got; ‘Hûn ji me pirsa gelo hevjînê te li te dixe dikin. Dema zarokê min birçî çû dibistanê, ma hevjînê min li min bixe çi ye li min nexe çi ye... Guhê min gelek li ser wê mijarê nîne. Dema zikê min birçî be, ez lêdanê bixwim an nexwim gelek girîng nîne.’ Meseleya pirsgirêka aboriyê li seranserî Sûrê heye. Jin rastî tundiya aboriyê tên.”    Di berdewama axaftina xwe de Dîlek Acar got ku girîng e li dijî tundiya aborî ya li ser jinan têkoşînek were meşandin û wiha pê de çû: “Ji roja saziya me hatiye avakirin heta niha em çûne serdana 100 malbatan. Di 8 salên serdema qeyûm de em dibînin ku parsekî li her qadê belav kirine. Li şûna jinan tev li hilberînê bikin, di bin navê ‘pereyê zarokan’, ‘pereyê dibistanê’, ‘alîkarî’ û hwd. de jin wisa hîn kirine ku dibêjin qey ew pere dahata wan e. Dema wiha dibe jî jin ji her saziya diçinê heman tiştî daxwaza dikin. Divê em vê ferasetê biguherînin. Bêguman heta em digihijin qonaxa ‘em dikarin bi hev re bikin’, divê beriya wê xebat bên meşandin û xebatên ku hêza cewherî ya jinan derdixînin holê bên meşandin.”    PLANSAZIYA ATOLYEYAN   Bi domdarî Dîlek Acar, bi lêv kir ku ji civakên ewil heta niha jinan her tim hilberandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê bi polîtîkayên tên meşandin re dixwazin jinan ji vê dûr bixin. Xebata me armanc dike ku jin hilberînin û bi vê hilberîna xwe jî azadiya xwe ya aborî bi dest bixin. Em jin dê hilberîneriya xwe bi dest bixin û di vê rêyê de bi hev re têbikoşin. Di wê baweriyê de me ku em ê wan destkeftiyên xwe dîsa bi dest bixin. Ji bo vê jî dê xebatên me yên serwextkirinê bên meşandin. Ji ber ku heta xeletî neyê fêmkirin, hûn nikarin tişta rast jî bijîn. Piştî van xebatan jî dê atolye bên lidarxistin, li wir biryarên hevpar bên dayin û li gorî wê rêya xwe diyar bikin.”    BIKARANÎNA TIRYAKÊ    Dîlek Acar, got ku li navçeya Sûrê bikaranîna tiryakê zêde bûye û ev tişt anî ziman: “Yên bi kar tînin weke ku pêwîstiyek be vedibêjin. Bi demê re jin jî hînî vê rewşê dibin. Me 8 sal berê jî ev xebat dimeşandin. Helwesta her kesî ya li hemberî tiryakê zelal bû. Ji ber ku her kesî pê dizanî ku mala tiryak têdikevê hizûr, hevgirtin û piştevanî nabe. Dema em bi jinan re hevdîtinê dikin, dibêjin  ‘qet nebe dema dikişîne hinek rehet dibe û xwe nêzî min nake.’ Lê dema mirov wê hinek vedikole, dibînî ku tundiya mezin ew e ku kesek wê madeyê li cem zarok û hevjîna xwe bikişîne û ew bibin şahidê vê.”    Dîlek Acar, destnîşan kir ku jin bi tenê nînin û divê di ferqa hêza xwe ya cewherî de bin. Dîlek Acar, axaftina xwe wiha qedand: “Divê em ji hev bigirin, xwe birêxistin bikin û bi hev re çareseriyan ji bo pirsgirêkên xwe bibînin.”    MA / Heval Onkol