Dema hûn deng bidin divê hûn li çi baldar bin? 2018-06-21 09:25:42 ENQERE - Ji hilbijartina parlamenterî û Serokomariyê ya 24'e Hezîranê re 3 roj man. Hilbijêrên ku biçin ser sindoqan û deng bidin divê li mohra ser musupa û zerfên dengan baldar bin.  Li Tirkiye dê di 24'ê Hezîranê de hilbijartina parlamenteriyê û Serokomariyê pêk bê. Li Tirkiye dê 56 milyon û 342 hezar û 263 hilbijêr biçin ser sindoqan. Ji mîtingê re 3 roj man. Beriya hilbijartinê hilibjêr ji niha de divê li çi baldar bin û çawa deng bidin niqaş dikin. Di vê hilbijartinê de dê AKP, CHP, HDP, MHP, Partiya İYİ, Partiya Saadetê, Partiya Hur Dava û Partiya Vatan dê têkevin hilbijartinê    Di pusulayên serdema 27'emîn a parlamenteriyê dê di rêza yekem de Îtîfaqa Cumhur AKP-MHP, di rêza duyemîn de Partiya Hur Dava, di rêza sêyemîn de Partiya Vatan, di rêza 4'an de HDP û di rêza dawî de îtîfaqa Millet a CHP, Partiya ÎYÎ, Partiya Saadet, Partiya Demokrat" dê cih bigirin.  Li tevahiya Tirkiye dê dê hilbijartin, saet di navbera 8.00-17.00'an de pêk bê. Hilbijêr dê mohra xwe li pusulaya Parlamenteriyê û pusulaya Serokomariyê bidin. Di Pusulaya Serokomariyê de dê navê namzetên Serokomar û wêneyên wan cih bigire. Di pusulaya parlamenteriyê de jî dê navê partiyan u logoyên partiyan cih bigirie.    Hilbijêrên ku biçin ser sindoqê divê li çi baldar bin?    * Hilbijêr divê nasnameyaku nûmara T.C. li ser heye bi xwe re bibin. Ger ku nebû dikarin li şûna nasnameyê Huvîyet, pasaport, cuzdanê zewacê, belgeya leşkeriyê, nasnameya pîşeyî bi xwe re bibin.    * Hilbijêr li gel belgeya ku nûmaraya T.C. li ser heye divê kaxiza agahiyên hilbijêr jî bi xwe re bibin.    * Dema hilbijêr çû ser sindoqê divê navê xwe û agahiyên hilbijêriya xwe û sindoqê di lîsteya hilbijêran de kontrol bikin.    * Divê li zarf û pusulayên ku dengê xwe bidin binerin ka mohra YKS'ê heye ya na. Ku muhro YSK'ê tune be îtiraz bikin.    *  Dê hem li pusulaya Serokomariyê û hem jî li pusulaya Parlamenteriyê mohra Evet/Tercih bê lêdan. Divê mohr li cihê glover bê xistin. Divê mohr cihê glover derbas neke.     * Piştî hilbijêr mohr lê xist divê mohr zuha bibe û piştre têxe zarfê. Hilbijêr piştî zerf avêt sindoqê divê listeyê îmze bikin.    * Ji yeynî pusulayan divê tiştekî din nexin zarfê.    Ger ku hilbijêr bi carekê mohrê li navê du partiyan an du serokomaran bixe dê deng betal bibe. An jî dema mohrê li nava du partiyan bixe dîsa dê deng betal bibe.