Serdanên ji bo nexweşxaneya Onder lê tedawî dibe didomin 2025-04-20 16:14:07   STENBOL - Serdanên ji bo nexweşxaneya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder lê tê tedawîkirin berdewam in.    Tedawiya endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder a li beşa lênihêrîna awarte ya li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê berdewam e.    DEM Partiyê têkildarî rewşa Onder daxuyanî da û got: “Tedawiya endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder a li beşa lênihêrîna awarte ya li nexweşxaneyê didome. Partiya me tevî hemû destyên xwe bi hêviyeke mezin li nexweşxaneyê ye. Hêviya me ew e ku dê hevalê me Sirri Sureyya Onder di demekî herî nêz de baş bibe û xebatên xwe li cihê mayî bidomîne.”   Li hêla din serdanên ji bo nexweşxaneyê jî didomin. Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û gelek parlamenter di saetên serê sibehê de hatin nexweşxaneyê. Partiyiyan, kesên hatin serdanê pêwşazî kirin.    BOZDAG HAT SERDANÊ   Serokwekîlê Koma Meclisê yê AKP’ê Bekir Bozdag jî hate serdanê. Bozdag, li nexweşxaneyê ji ewil çû serdana dayika Onder, Zelîha Onder û birayê wî Alî Onder. Bozdag ku heta demekê bi endamên malbatê re sihbet kir, piştre jî derbasî qata ku endamên partiyê mêvanan lê qebûl dikin. Bozdag, ji hêla serokwekîlên komê û parlamenteran ve hate pêşwazînkirin. Bozdag, hêviyên başbûnê kir.    Bozdag, dema derketî daxuyanî da û şîfaya xêrê ji Onder re xwest. Bozdag, got: “Me derfet dît ku hem bi keç û dayika wî re hem jî bi kekê wî û koma DEM Partiyê re hevdîtinê bikin. Ji wan me çendek agahî girtin. Em her roj agahiyan ji Wezareta Tenduristiyê digirin. Em, şîfaya xêrê ji bo birêz Onder dixwazin. Bijîşkan tişta pêwîst kirine. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em duayan bikin.”   KESÊN HATIN SERDANÊ     Wezîrê Turîzmê yê berê û Wekîlê AKP’ê Mahîr Unal, Şaredarê Semsûrê yê CHP’î Emre Tutdere, Wekîlê CHP’ê Enîs Berberoglû, Wekîla AKP’ê ya Amedê Suna Kepolu Ataman, Wekîlê HDP’ê yê berê Ahmet Yildirim, Wekîlê CHP’ê yê Qersê Înan Akgun Alp, serokeşîrên eşîra Brukiyan, Serokê Giştî yê Partiya Yekgurtiya Îslamî ya Kurdistanê Selahaddîn Muhammed Bahaddîn û Îhsan Elîaçik hatin serdana nexweşxaneyê.    Her wiha ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedan kes hatin serdana nexweşxaneyê û ji DEM Partî û malbatê re şîfaya xêrê xwestin. Serdan, li Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê jî didomin. Gelek kes li vê derê hatin serdana partiyê.