HDP dê li Îdirê 407 sindoqan bi 908 kesan biparêze 2018-06-21 09:23:34 ÎDIR – Rêxistina HDP'ê ya Îdirê dê 407 sindoqên ku bên avakirin bi 908 kesan biparêze. Xebatkarê Karên Agahiyan ê HDP'ê Serhat Hûn, diyar kir ku her roj ji bo parastina sindoqan dildarên muşahit û endamên Lijneya Sindoqan zêde dibin û wiha got: "Muşahîd û endamên Lijneya sindoqan dê saet di 06.00’an de biçin dibistanên xwe ser sindoqan.  Li Navenda Îdirê 246, li navçeya Tozanê 82, Navçeya Başanê 46 û li navçeya Karakoyunlu jî dê 33 sindoq bi giştî 407 sindoq bên avakirin. Dê bi giştî 120 hezar û 344 kes li ser van sindoqan biçin deng bidin. Ji rêxistina HDP'ê ya Îdirê dê bi giştî 908 kes biçin sindoqan biparêzin.  Der barê parastina sindoqan de Xebatkarê Karên Agahiyan ê HDP'ê Serhat Hûn, diyar kir ku her roj ji bo parastina sindoqan dildarên muşahit û endamên Lijneya Sindoqan zêde dibin. Anî ziman ku 908 hevalên wan ên sindoqan biparêzin hene û wiha got: "Em dê saet di 06.00’an de biçin ser dibistanên xwe û qada sindoqan kontrol bikin. Divê endamên lijneya sindoqan teqez berê li gorî kuralan tev bigerin û baldar bin. Pişytî deng hatin avêtin û deng hatin jimartin divê bi girteka ku îmzeya şil avêtine bi lez agahiyan bigîne Navenda Karê Agahiyê. Divê teqez hemû karalan pêk bîne û yên kural pêk neanî jî hiyşar bike.    Hûn, da zanîn ku niha 401 endamên Lijneya Sindoqan ên HDP'î hene û wiha got: "Heta niha 385 kesan ji bo muşahîdiyê serî li me daye. Berpirsiyarên dibistanan yên HDP'î ku karibin îtîraz bikin 111 kes in. Xebatkarên HDP'ê yên li navenda karên agahiyê bixebitin jî 11 kes in. Bi giştî 908 hevalên me erkdar in. Heta niha hêjmara kesên muşahîd her roj zêde dibe. Hevalên me yên Endamê Lijneya Sindoqan xwedî tecrûbe ne û berê li ser sindoqan cih girtine. Lê dîsa bi alîkariya hevalên me yên parêzer em perwerde didin. Heta niha me 5 civînên semînerê dan. Ger ku serlêdan hebe em dê roja înê û şemiyê dîsa perwerde bidin.    Divê hevalên me yên berpirsiyar teqez li gorî kuralan tev bigerin û ji tundî û listikan dûr bikevin. Ger ku alaziyek derket divê teqez agahiyê bidin masa krîzê.    MA / Mahmut Ruvanas