Ez dê bi gopalê xwe sindoqê biparêzim 2018-06-21 09:22:11 AMED – Welatiya Amedê ya 65 salî Kudret Aslan, diyar kir ku piştî axaftina Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan biryar da ku bi gopalên xwe serê sibê biçe ser sindoqan û sindoqan ji dizan biparêze.  Ji hilbijartina 24'ê Hezîranê re 3 roj man. Piştî daxuyaniya Serokomar û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a "HDP'ê têxin bin markajê banga lêxwedîderketina sindoqan zêde bû. Li dijî dizî û hîleyên le ser sindoqan welatiyên bi dildarî sindoqan biparêzin jî zêde bûn. Yek ji van welatiyan welatiya 65 salî Kudret Aslan e. Li Tirkiye dê 56 milyon û 342 hezar û 263 hilbijêr biçin ser sindoqan. Li amedê ku di referanduma 16'e Nîsana 2017'an de bi giştî 992 hezar û 819 hilbijêr hebûn. Li tevahiya Amedê 3 hezar û 45 sinsindoq hatibûn avakirin. Dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Amedê 3 hezar û 304 sindoq bên avakirin û 1 milyon û 214 hezar û 503 kes biçin ser sindoqan.  Rexistina HDP'ê ya Amedê ji boparastina sindoqan xebatê li biroyên hilbijartinê dimeşîne û muşahidan perwerde dike. Lê piştî daxuyaniya Erdogan li taxa 5'ê Nîsanê ya Navçeya Rezan a Amedê dayika 7 zarokan Kudret Aslan (65) diyar kir ku ew dê di hilbijartina 24'ê Heziranê de serê sibê biçe ser sindoqan û bi gopalê xwe sindoqan biparêze. Aslan ku di salên 1990'an de ji ber zextên dewletê ji gundên Farqînê koçî Amedê kir, bi awayekî dildar ji bo parastina sindoqan peywir girt ser xwe.    ‘MIN XWE BERPIRSIYAR DÎT'    Aslan, anî ziman ku piştî Serokê AKP'ê û namzetê Serokomariyê Erdogan li  Stenbolê gef li HDP'ê xwar, êdî wîcdanê wê destûr neda ku li malê rûnê û biryar da ku peywirê bigire ser milê xwe. Aslan, da zanîn ku Erdogan di axaftinên xwe yên televîzyonan de gefên kuştin û tunekirinê li kurdan dixwe û wicdanê wê qayil nabe ku li hemberî vê yekê li mala xwe rûnê. Aslan, anî ziman ku her radibe û rûdinê ji Demîrtaş re dibêje qatil û wiha pêde çû: "Demirtaş her dem ji bo aştiyê xebitiye. Lê Erdogan her dem qala şer dike. Mi xwe berpirsiyar hîs kir û min peywir da ser milê xwe."    MA / Esra Solin Dal