Mîtînga HDP’ê ya Êlihê bi dawî bû 2018-06-20 21:06:30   ÊLIH – Mîtînga Rêxistina HDP'ê ya Êlihê ku bi deh hezaran kes beşdar bûbû bi dawî bû. Dema girse belav bû polîsan 2 kes binçav kirin.    Rêxistina HDP'ê ya Êlihê bi tevlêbûna deh hezaran miting pêk anî. Mîtîng piştî xaftinan û muzîkê bi dawî bû. Rêxistina HDP'ê ya Êlihê li Statduya 16 Mayisê bi tevlêbûna deh hezaran mîtîng pêk anî. Bi deh hezaran kes bi alên HDP'ê û cilên xwe yên rengîn qad tije kir. Di mîtîngê de namzetên HDP'ê yên Êlihê Necdet Îpekyuz, Mehmet Ruştu Tiryakî, Şukru Baytar deretin ser dikê û gel silav kirin. Namzetên HDP'ê Ayşe Ajar Bajaran, Feleknas Uca jî axaftin kirin û gel silav kirin. Piştî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Buldan jî derket ser dikê û axaftin kir, parlamenter bi muzîkê bi dawî bû. Dema girse bilav bû, komek ciwan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dirûşme berz kirin û belav bûn. Dema girse belav bû polîsan di lêgerina GBT'ê ya nasnameyê de Ahmet Çetinkaya û Îbrahim Çetinkaya binçav kirin. 2 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.