Temelli: Em bi hevre bibin muşahîd Diz pirin em sindoqan ji dizan biparêzin 2018-06-20 20:24:10   HATAY - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Hatayê beşdarî mîtîngê bû û xibatî deh hezaran kir. Temellî, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên şer û destnîşan kir ku AKP bi şer li ser îktîdarê ye. Temelli, anî ziman ku li vî welatî diz pir in û xwest di roja hilbijartinê de şopdarên deng û sindoqên xwe bin. Temellî xwest her kes muşahidê dildar bin.    Rêxistina HDP'ê ya Hatayê di çarçoveya hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Hatayê mîtîng pêk anî. Di mîtingê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî axivî û hikûmeta AKP'ê da ber rexneyan. Temellî, xwest piştî 24'ê Hezîranê bi hevre bingeha demokrasiyê bavêjin û ji bo vê yekê jî berî her tiştî bi herve Makeqanûna Bingehîn a demokratîk ava bikin.    Axwaftina Temelli wiha ye:    HÊJ NAMZETÊ ME DEMÎRTAŞ GIRTÎ YE, JI BER JÊ DITIRSIN    "Ji hilbijartinê re 4 roj man, hêj namzetê me yê Serokomariyê Birêz Demîrtaş girtî ye. Çima? Ji ber ku ji namzemê me ditirsin. Ew dixwazin bi 400 wekîlan biçin meclîsê û rejîma yek zilamiyê têxin destê xwe. Em dê destûrê bidin vê yekê? Na qet em destûr nadin vê yekê. Lê ew ji bo me asteng bikin serî li hemû rêbazan didin. Xebatkarên me binçav dikin.  Ez bang li hêzên ewlehiyê dikim. Nebin şirîkê sûc. Hûn xizmetkarên cemaweriyê ne. Hûn ne xizmetkarê îktîdarê ne. Ew bi hilbijartinê hatine û dê bi hilbijartinê biçin. Lê hûn dê li holê bimînin. Îktîdar dê di 24'e heziranê de biçe û dê hesab bide gel. Ez dîsa hişyar dikim. Guh nedin derewên ku der barê Pirsûsê de dikin.    DOZGER LI BENDA ÇI NE?   Di roja arîfeyê de ji malbatekê 3  welatî kuştin. Di bedena yekî de ji 17 çekên cuda şopa 17 guleyan derket. Lê hêj der barê bûyerê de kesek nehatiye binçavkirin. Li şûna bersûcan binçav bikin û darizînin HDP'ê tawanbar dikin. Îro bi dehan şahid hene. Qeydên kamera hene. Lê hêj dozgeran kesên ku ev komkujî pêk anîne kesek binçav nekirine. Dozger hêj li benda çi ne? Li benda fermanê ne?. Em dibêjin bersûcan bigirin.    Wekî ku li Serêkaniyê 2 polîs kuştin, wekî ku li Pirsûsê 33 ciwan kuştin, niha dîsa bi lîstikan komkujiyek din li Pirsûsê kirin. Tu wezîrê Karên Hundir e. Divê tu rastteqîn nêzî bûyerê bibe. Divê tu bersûcan bide darizandin.    WERIN EM BI HEVRE MAKEQANÛNA DEMOKRATÎK AVA BIKIN   Werin em bi hevre piştî 24'ê Hezîranê bi hevre bingeha demokrasîyê bavêjin. Em bi hevre makeqanûna nû ava bikin. Makeqanûna ku hemû nasname, reng û bawerî bi hevre bijîn bi hevre ava bikin. Divê em hêzê ji rengên cuda bigirin. Em dikarin bi hevre li ser bingehê welatiya wekhev Qanûna demokratîk ava bikin. Em dikarin bi hevre Qanûna Demokratîk a li ser bingehê welatiya wekhev û aştiyê tê avakirin saz bikin. Ger ku me wisa kir, dê pirsgirêka aştiyê, demokrasiyê, pirsgireka kurd, pirsgirêka betaliyê bê avakirin. Ev hêza me heye. Madem em li gel hev dijîn. Wê demê em pirsgirêkên xwe jî bi hevre çareser bikin.    Bersîva kesên ku dibêjin "Pirsgirêka kurd tune" niha di vê kêliyê de gelê Amedê li Qada Îstasyonê dide. Em bi rêxistinên demokrasîks saziyên civakî û hemû reng û nasnameyên civakê re dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo vê yekê divê em piştî 24'ê Hezîranê destê xwe bidin hev. An em dê demokrasiyê hilbijêrin. An em dê demokrasiyê hilbijêrin. Ger ku em demokrasiyê hilbijêrin wê demê divê em bi hevre destê xwe bidin hev û bi hevre pirsgirêkan çareser bikin.    16 SALIN ÇIMA STATU NEDAN CEMXANEYAN?    Niha dibêjin em dê statuya cemxaneyan bidin elewiyan. Îktîdara ku 16 salin li ser kar e, heta niha tu gav neavêtiye, hêj nû dibêje dê statuya elewiyan bidim. Te heta niha çima nekir? Ji ber ku her dem îktîdara xwe li ser nifrîn, perçekirina civakê ava dikin.  Banga me eve. Werin em bi hevre Makeqanûna Demokratîk bi hevre ava bikin. Kengî me Qanûna Bingehîn ava kir, wê demê em dê karibin aştî, demokrasiyê pêş bixin. Di vê pêvajoya ku ew qas pirsgirêk hene, niha bi welatên derve re mujûl dibin. Li ser Sûriye hesab kirin. Şer ji bo Sûriye rewa dît. Li Sûriye rê li pêş DAIŞ'ê vekir. Ji 2011'an li Sûriye şerê navxweşî heye. Niha çeteyên OSO li Efrînê bi cih dike. Çeteyên OSO li wir talan dike, tecawizî jinan dike. Niha ev li Sûriye hêj didome. Ji bo îktîdara xwe ya qirêj berdewam dike li ser Efrîn, Minbicê hesaban dike.      4 MILYON WELATIYÊN SÛRIYE ÎRO MEXDÛR E   Îro roja Penaberan a Cîhanê ye. Lê îro penaberan wekî maşika siyasî bikar tîne. Rojekê li dijî Ewropa dike maşik. Rojekê dike hemal û karkerên keda erzan û dixebitîne. Rojekê dike amûra hilbijartinê û mafê welatiyê nadin wan. Em li dijî van polîtîkayan dibêjin ne şer aştî. Divê her welat der barê siberoja xwe de biryara xwe bidin. Li her welatî her netew û civak di nava sînore xwe de di nava aştiyê de û wekhev bijîn.    Em dê Tirkiye ji xizaniyê û betaliyê xelas bikin. Her kes dê bi afirine. Dê edaleta hatinê pêş bikeve. Tirkiye di cîhanê de welatê herî bê edalet e di qada aboriyê ye. Em dê li dijî xizaniyê û ne wekheviyê têbikoşin. Em dê li gorî heq û edaletê butçeyê belav bikin. Divê xizan ne xizan û dewlemend ne dewlemend bin. Binerin li Hatayê betalî zêde bûye. Di serdema îktîdarê de faîz ji sedî 6'an derket ji sedî 18'an. Dolar ji 3.5'an derket 5'an.    Li Hatayê 2 santralên termikê hatine avakirin. Niha jî projeyên 16 santralên din danîne. Ev tev zerarê dide xwezayê. Îktîdara ku qîmet nade xwezayê li hemberî me ye. Nexweşxaneyen Bajaran jî bi vê armancê tên kirin. Xizmeta tenduristiyê kirine amûra bazirganiyê. Mafê her kesî heye ku ji mafê tenduristiyê bigirin. Dîsa mafê her kesî heye ji perwerdehiyê sûdê bigire. Em dê dawî li pergala tenduristî û perwerdehiya bi pere bînin. Em dê hemûyan çareser bikin.    Lê divê berê em ji Erdogan xwe xelas bikin.    Me di serî de got em dê şev û roj bixebitin. Me wisa kir. Niha jî divê em biçin ser sindoqan û destûr nedin dengê me bidizin. Vana diz in. Divê em şopdarên dengê xwe bin. Em destûr nedin diziyê bikin. Ji ber vê yekê em dê tev muxahîd bin. Bila dost û dijmin zanibin, Em dê bi ser bikevin. Teqez em dê bi ser bikevin."