Gelê Amedê biryara xwe da 2018-06-20 19:18:54 AMED - Li qada Îstasyonê ku Serokomar Erdogan got “Pirsgirêka kurd tune" bi sed hezaran Amedî tev li mîtîngê bûn û helwesta xwe nîşan dan. Di mîtîngê de hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, bersîv da Erdogan û got: “Ger ku dixwazin pirsgirêka kurd bibînin, bila li ruyê Tansu Çiller û Mehmet Agar ên xistine bin baskê xwe binerin."    Di pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê de bi tevlêbûna sed hezaran li Qada Îstasyonê mîtîng pêk anî. Qada îstasyonê tije bû û cih nema. Di "Mîtînga mezin a Amedê de" bi sed hezaran kes amade bû û cih li qadê nema. Her çend polîsan tedbîrên mezin stend  û hemû kolan û kuçeyên diçin qadê bi bariyeran li trafîkê girt û nokteyên lêgerînê ava kir jî dîsa ji her kolanê bi deh hezaran gel herikî qadê. Dîsa bi dehan komîsyonên ku HDP'ê ava kiribûn jî bi xwe ewlehiya xwe ava kir. Qada Mîtîngê bi alên HDP'ê hat xemilandin. Li qadê pankartên “Jin dê Faşizmê têk bibin", “Jin jiyan azadi”, “Navnîşana aşti, wekhevî û azadiyê HDP”, “Dengê jinan dê biçe ji bo wezareta jinê", “Li dijî înkara jinê, dîwna jinê", “Li dijî rejîma yek zilamî em tên", “Dengê jinan ji azadiyê re”, “Rê ji faşîzmê re tune" “Dengê jinê ji aştiyê re" vekirin. Girsê bê navber ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dirûşme berz kirin. Bê navber dirûşmeyên "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.    Koma Meclîsa Ciwanên HDP'ê ku xwestin ji Semta Ofîsê têkevin qadê, bi çepik û tilîlîyan meşiyan. Ciwanên ku pankarta "Canê we yê bi qasî dengekî heye" û "Belasebeb stajê neke, em te nakin Serokomar" wekirin. Lê di ketina kontorlê de polîsan dest danî ser pankartan. Polîsan dest danî ser şûşê pet ên avê jî. Koma ciwanan di meşê de bê navber dirûşmeyên "HDP li ber xwe bide em biçin meclîsê", “Ji Demirtaşê li zindanê li ber xwe dide re hezar silav" "Girtiyên siyasî rûmeta ne ye" berz kirin. Polisan dest danîn ser rûpoşên Selahattin Demirtaş.    Koma jinên ku li ber Otela Prestijê jî kom bûn, bi erbane û defê meşiyan û hatin Qada Îstasyonê. Li qada Îstasyonê du ekranê LD'ê vekirin. Sînevîzyona ku HDP'ê amade kiribû hat pêşandan. Bi sed hezaran kesên qada Îstasyonê tije kir, beriya mîtîng dest pê bike, wekî mîtînga mezin a 5'ê Hezîrana 2015’an ji Qada îstasyonê heta çariyana Ofisê kortej ava kirin. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir.    Ewil Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerif Çamçi gel silav kir û diyar kir ew dikarin. Çamçi, da zanîn ku ev zilm û zordariya ku wan aniye serê gel tu carî ji bîr nakin û wiha got: "Wan Cizir, Sûr, Nisêbîn û Xirnex xera kir. Wan qeyûm tayîn kirin, Wan li Pirsûs, Roboskê, Enqere komkujî pêk anîn. Wan Hevserok û Şaredarên me girtin. Herî dawî li Pirsûsê mirov qetil kirin. Em tu carî van ji bîr nakin."      Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yigitalp jî axivî û got: "Her dengek pir bi qîmet e. Bila ew baş zanibin ku pişti em bi ser ketin bila zanibin ku çawa siyaset tê kirin. Jinên Rêzdar ev partî, partiya jinan e." Yigitalp, da zanîn ku dê jin vê pergalê biguherînin û dawî li vê rejîmê bînin.    Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik jî derket ser dikê û gel slav kir. Li qada Îstasyonê ku Serokomar Erdogan got “Pirsgirêka kurd tune" bi sed hezaran Amedî tev li mîtîngê bûn û helwesta xwe nîşan dan. Di mîtîngê de hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, bersîv da Erdogan û got: “Ger ku dixwazin pirsgirêka kurd bibînin, bila li ruyê Tansu Çiller û Mehmet Agar ên xistine bin baskê xwe binerin."    Di mîtîngê de axaftina Demîrtaş a di TRT'ê de hat weşandin hat temaşekirin. Pişti namzet derketin ser dikê û gel silav kirin Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bi sed hezaran kesên beşdarî mîtingê bûbûn silav kir. Buldan, anî ziman ku li warê bomle lê teqîyan û komkujî lê pêk hat îro mîrov bûne lehî û hatine û ev nîşan dide ku dê di 24'ê Hezîranê de AKP'ê bişînin. Buldan, anî ziman ku gel tu carî Cizîr, Nisêbîn û Sûrê ji bîr nake û dê hesabê vê yekê bide. Buldan, da zanîn ku bi vê seknê gel li Pirsûsê xwedî derket û dê hesabê vêyekê bipirse. Di mîtîngê de hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, bersîv da Erdogan û got: “Ger ku dixwazin pirsgirêka kurd bibînin, bila li ruyê Tansu Çiller û Mehmet Agar ên xistine bin baskê xwe binerin." Buldan, anî ziman ku êdî dê ne balafirên şer dê kevokên aştiyê li ser Amedê bifirin.    Mîtîng bi konsera Mem Ararat bi dawî bû. Dema girse belav bû bê navber dirûşme berz kirin.