Li Dîlokê 12 binçav kirin 2018-06-20 18:23:33     DÎLOK - Li Nîzîp û Dîlokê di serdegirtina malan de 12 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Nîzîp û Dîlokê, bi tevlîbûna îstîxbarat, hêzên taybet, hêzên çewîk û pisporên îmha kirina bombeyan serê sibê bi ser gelek malan de hat girtin û bi îdîaya “Dê di hilbijartina serokkomarî û parlamenteriyê de çalakiyên provokatîk li dar bixin,” bi hinceta parvekirinên medya civakî 12 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçvkirin birin midûryeta polîsan a bajêr û navçeyê.