HDP’ê ji bo tevlîbûna mitînga Sêrtê bang kir 2018-06-20 18:06:17 SÊRT - HDP’ê ji bo tevlîbûna mitînga Sêrtê ya sibê li dar bixe, bang kir.     Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê, dê di 21’ê Hezîranê saet 16.00’an de li Qada Cumhuriyetê mitîngê li dar bixe û ji bo tevlîbûna mitîngê bang li gelê Sêrtê kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, namzetên Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Siddik Taş û Hayrettîn Şen dê başdarî mitîngê bibin.    Di mitîngê de dê hunermend Nurcan Degirmencî û Fîkret Goyî jî derkevin ser dikê û konser bidin.