Di 15 rojan de 4 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan 2025-04-15 15:23:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ÎSÎG’ê, di du hefteyên ewil ên meha Nîsanê de herî kêm 4 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.    Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe parve kir û got ku di 15 rojên ewil ên meha Nîsanê de herî kêm 4 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.  ÎSÎG’ê got ku divê karkeriya zarokan were qedexekirin.   Li gorî ÎSÎG’ê; zarokê bi navê Abdurrahman Ozkul (14) li Nîgdeyê, Mehmet Ozarslan ê 17 salî li Kayseriyê, Yakup Yaşar ê 17 salî li Antalyayê û Yûsûf Misrî yê 14 salî û sûriyeyî jî li Konyayê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest daye.