Namzetê HDP'ê yê Erziromê Firat: Em gavekê jî paşve navêjin 2018-06-20 17:23:57   ERZIROM - Namzetê HDP'ê yê Erziromê Mehmet Kasim Firat, têkildarî binçavkirinên dawî yên li dijî endam û rêveberên wan pêş dikevin got: "Em ji bo azadiya ziman û hiqûqa vî gelî têdikoşin. Em bi binçavkirin û girtinan gavan başve navêjin. Em gavekê jî paşve navêjin."    Di rojên dawî de zêdeyî 50 endam û rêveberên HDP'ê yên xebatên hilbijartinê dimeşînin hatin binçavkirin. Zextên li ser HDP'ê û namzetên HDP'ê roj bi roj zêdetir dibin. Namzetê HDP'ê yê Erziromê Mehmet Kasim Firat, têkildarî binçavkirinên dawî yên li dijî endam û rêveberên wan pêş dikevin got: "Em ji bo azadiya ziman û hiqûqa vî gelî têdikoşin. Em bi binçavkirin û girtinan gavan başve navêjin. Em gavekê jî paşve navêjin. Em xebaten xwe dimeşînin. Lê em di nava şert û mercên gelek dijwar de dimîşinin. Di demên dawî de 50 hevalên me hatin binçavkirin. Birayê min ê 68 salî û biraziyên min jî hatin binçavkirin. Yên ku hatin binçavkirin tenê armancek wan heye azadi, biratî û aştî ye. Em vê bê tehamuliyê şermezar û nahled dikin."    Firat, bang li her kesî kir ku li dijî van zext û astengiyan hestiyar tev bigerin û got: "Em bang li hemû gelê me yê Erziromê dikin ku vê zilmê ji hevre bêjin. Bila her kes vê zilmê zanibe û li hemberî vê zilmê serî netewînin. Bila her kes baş zanibe ku em teqez serî natewînin em gavan başve navêjin. Tenê bila gelê me li partiya xwe û namzetên xwe xwedî derkevin bes e. Bila gelê me tenê li denge xwe û sindoqan xwedi derkevin bes e. Em mafdar in em dê bi ser bikevin."