Li Stenbolê: PKK, HDP'ê kuşt Li Rihayê: Her tişt dê derkeve holê 2018-06-20 17:01:02   RIHA - Serokê AKP'ê û Namzetê serokomariyê yê AKP’ê Tayyip Erdogan ji bo bav û 2 kurên wî Şenyaşar ên li Pirsûsê ji aliyê zilamên Parlamenterên AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, li Stenbolê got: "PKK’î ne". Erdogan, di mîtînga Rihayê de jî bi çend hevokan qal kir û derbas bû. Erdogan, ji bo bûyera Pirsûsê ku gelê rihayê li dijî AKP’ê bi bertek in got "Dê her tişt derkeve holê"    Namzetê Serokomariyê yê Îtîfaqa AKP-MHP'ê û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, li Rihayê tev li mîtîngê bû. Erdogan ku li bendê bû ji Balafirgeha GAP'ê bi rêya bejayî bê nava bajar, bi 8 helîkopteran hat li Tugaya Mekanîzmaya 20'emîn daket. Welatiyên ku xwestin tev li mîtîngê bibin şûşe avê yên di destê wan de jî hatin komkirin. Hemû otoparkên li nêzî AVM ya Novada li trafîkê hatin girtin. Li ser avahiyen bilind tîmên taybet ên sekvan hatin bicih kirin. Disa li ser banê Nevali Otelê kesên sekvan ku destê wan li ser tetîk hatin bicih kirin. Dena namzetên AKP'ê derxistin ser dikê, girsê tenê ji bo Kasım Gulpinar li çepikan dan. Li ser qadê bê navber helîkopterênk polîs û leşkeran firiyan. Erdogan, parast ku bi DYA re peyman çê kirine û dê “Minbicê bikin herêma bi ewle" Erdogan dîsa qala operasyonên li dijî Qendilê kir kir wiha îdîa kir: "Me operasyona ewil bi 20 balafiran kir. Me li 10 nokteyên Qendîlê xist. Di operasona duyemîn de disa dema di civînê de bûn me li wan da. Me takimê lîderê wan hal kir"    Erdogan, qala bûyera pirsûsê ku 4 kesan jiyana xwe ji dest da jî kir û wiha got: "Bûyer ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tê lêpirsîn. Dê her tişt bê ronîkirin. Sûcdar dê derkevin pêşberî edaletê û hesab bidin."