Li girtîgeha Ramîn Panahî lê tê girtin liv û tevger: Dibe her kêlî bê darvekirin 2018-06-20 16:46:48   NAVEND NÛÇEYAN - Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, diyar kir ku li derdora Girtîgeha Navenda Senendîc ê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Huseyn Panahî lê tê girtin liv û tevger heye  û got: “Penahî dibe ku di her kêliyê de bê darvekirin û jiyana wî di talokê deye.”    Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, ku derbarê binpêkirinên mafên marivan ên Îranê de  xebatan bi rêve dibe, li ser adresa Twîtterê ya bi koda “Nûçeyê Lezgîn” peyamek parve kir. Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, di peyama weşand de, diyar kir ku îro roja dîroka ji bo bi darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Huseyn Panahî ye û got: “Li Girtîgeha Navenda Senendîc (Sîne) di van kêliyan de liv û tevgerek awarte heye.”   Peyama di Twîtterê de hat parvekirin wiha ye: “Nûçeya lezgîn: Li gorî çavkaniyên Senendîcê, gelek hêzên ewlekariyê diçin Girtîgeha Navenda Senendîcê. Gava em roja dawî ya ji bo bi darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd li ber çavan digirin, dibe ku di her kêliyêde bê darvekirin û jiyana wî di talokê deye.” #RaminHosseinPanahi”