Ji rêxistinên pîşeyî helwesta 24'ê Heziranê 2018-06-20 15:48:11   STENBOL - 7 rêxistinên pîşeyî ku di navde Odeya Tabîban a Stenbolê û TMMOB ji heye li Stenbolê helwesta xweya 24'ê Hezîranê aşkere kirin. Rêxistinan gotin "An yek zilam an jî demorasî" û daxwazên xwe rêz kirin.    7 rêxistinên pîşeyî têkildarî hilbijartina 24'ê Hezîranê bi şîara "Di 24'ê Hezîranê de Tirkiye pêşeroja xwe diyar dike, Rêxistinên pîşeyî fikrên xwe diyar dikin" li Şaxa Odeya Endezyarên Maşîneyan a TMMOB'ê civina çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Nûnerên Odeya Tabiban a Stenbolê, Odeya Dermanfiroşan a Stenbolê, Platforma Çêkirina Muhasebeyan, Odeya Hekîmên Diranan a Stenbolê, Odeya Bêtarên Stenbolê, Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endesyarên Tirk (TMMOB) a Stenbolê amade bûn. Baroya Stenbolê jî ji ber ku tev li daxuyaniya ku ji bo piştgiriya Baroya Amedê ku Suleyman Soylu ew kiribûn hedef bûbûn, tev li daxuyaniyê nebû.    'EM DÊ PERGALEK NÛ ERÊ BIKIN'    Li ser navê odeyan Sekreterê Kordînasyona Lijneya Bajar a TMMOB'ê Suleyman Solmaz daxuyanî da û wiha got:    "* Em dê bi hevre biryara 'em di sibeha 25'ê Hezîranê de Tirkiyeyek çawa pêşwazî bikin' bidin. Em dê bi hevre biryara qedera Tiriye bidin. Em dê ji serî heta binî guhertin û pergala nû diyar bikin.    * Ji bo pêşerojek ku demokratîkbûna gerdûnî bê avakirin, û gel bi hevre qedera pêşeroja Tirkiye diyar bike û serdestî di destê meclîsê de be,    * Ji bo kesên ku îtîraz bike û rexne bike wekî kesên teror neyên îlankirin, daraz bi temamî serbixwe be, û mirov bê sebeb neyên cezakirin,    * Ne bi OHAL'ê, ji bo pêşerojek ku rêvebirin, muzakere, riza, esas bê girtin,    * Ji bo reqameta di nava şert û mercen wekhev de bên kirin û pîvanên Demokrasiyê esas bê girtin, hemû partiyên din wek hev ji medya sûdê bigirin, ne OHAL, welatî karibin azad ji şert û mercan sûdê bigirin,    * Ji bo saziyên xweser û aboriya ku gel xizan nabe, ji bo wekhevî ji holê rabe. ji bo aboriya wekhev,    * Ji bo kesên din neyên wêdekirin, şer çêneb û polîtîkayên ku aliyan pêş nexin, ji bo aramî, pêş bikeve,    * Ji bo hemû zarok karibin wek hev û bê pere perwerde bibin, hemû dibistan wek hev bin û ji bo perwerdehiya ku zanistiya gerdûnî pêş bikeve,    * Ji bo hemû kes ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin û kesên nexweş wekî muşterî neyên dîtin,    * Ji bo sewal rastî tundiyê neyên û mafê sewalan bê parastin,      * Ji bo rê li pêş rantê bên girtin û êdî xweza nayê tunekirin, ji bo xweza bê parastin,    * Ji bo jin di nava civakê de bên ditin û di aliyê aboriyê de azad bibin, ji bo karibe ji mafê wekhevî û azadiyê sûdê bigire û hemû tundiya li hemberî wê bi dawî bibe odeyên piyeyî dê li gorî demokrasî, serdestiya hiqûyê helwesta xwe diyar bike. Jibo her kes karibe azad û wekhev xwe îfade bike û azad bifikire dê helwesta xwe diyar bike.