Ji bo rojnameger Sur lêpirsîna Pirsûsê 2018-06-20 15:11:17    ÎZMÎR - Rojnameger Sedat Sur, ji ber ku nûçe û nirxandinên bûyera Pirsûsê ya 4 kes ji aliyê xizmên wekîlê AKP’ê Yildiz ve hatin kuştin, di hesabê medya civakî de parve kirin, lêpirsîn derbarê wî de hat vekirin.        Derbarê rojnameger Sedat Sur de, bi hinceta nûçe û nirxandinên bûyara navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku 4 kesan di encama êrîşa xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatin kuştin di hesabê medya civakî de parve kir lêpirsîn hat vekirin û Sur çû Midûryeta Polîsan a Îzmîrê îfade da. Bi îdîaya “Gelê Tirk, Dewleta Komarê ya Tirk, sazî û dezgehên dewletê kêm xistin” îfadeya Sur hat girtin û dûre hat berdan.    Sur, diyar kir ku di çarçoveya xebatên rojnamegertiyê de nûçe parve kirin û got: “Ji ber ku dewletê di bûyerê de erka xwe îhmal kir, min weke welatî û rojnamegerekê xwest ku dewlet erka xwe bîne cih. Ji bo vê yekê min nêrînên xwe nivîsand û parve kir. Ez pişt parvekirinên xwe me.”