Ji pitika ku 19 sal berê mir re kaxiza hilbijêr şandin 2018-06-20 14:16:40   AYDIN - YSK'ê ji 3 kesên ku jiyana xwe ji dest dane re kaxizên hilbijartinê şandin. AKP'ê jî ji pitika ku 19 sal berê jiyana xwe ji dest daye re şand.    Li navçeya Efeler a Aydinê derket holê ku kaxiza hilbijêr ji pitika 19 sal berê piştî ji dayik bû 70 roj şûnde jiyana xwe ji dest da Berrin Bilen re şandine. Piştî kaxiza hilbijêr gihişt malbate Baskê Ciwanan ên AKP'ê jî name ji malbatê re şandiye. Baskê ciwanan ên AKP'ê di nameya ji malbata Bilen re şandin xwest ku di 24'ê Heziranê de piştgiriyê bidin AKP'ê. Di kaxiza ku Berrîn Bîlen a 19 sal berê jiyana xwe ji dest daye jî navnişana sindoqê wekî Taxa Osman Yozgatli kolana hêjmar 1214, Dibistana Navîn a Ahmet Şerife Şanli sindoqa hêjmar 1189 hat nişandan.    Mamê Berrîn Bîlen, Hamdi Bilen, jî bertek nîşanî bûyerê da û got: "Biraziya min ji ber nebesiya pasûran li Nexweşxaneya Dewletê ya Aydinê hat dermankirin û jiyana xwe ji dest da. Em dê bişopînin ka dê li ser navê biraziya min deng bidin an nadin. Em wate nadin ku ji bo kesa mirî kaxiza hilbijêr şandine.    Bav Aydın Bilen jî diyar kir ku hêj nasnameya keça xwe dernexistibûn û wiha got: "Ez çûm midûrê nivîsê yê Aydinê ji bo ku nasnameyê derxim. Lê piştre çûm û min got miriye. Tu nasname nedan min.