Ji bo tevlîbûn mitînga Geverê bang 2018-06-20 14:11:38   COLEMÊRG - HDP’ê ji bo tevlîbûna mitînga Geverê ya roja Înê ya bi tevlîbûna Hevseroka Giştî Pervîn Buldan dê bê lidarxistin, bang kir.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê li navçeya Gevera Colemêrgê mitînga hilbijartinê li dar bixe. Rêxistina HDP’ê ya Geverê, ji bo tevlîban mitînga 22’yê Hezîranê roja Înê bang li gel kir. Mitîng dê li Stada Başêr di saet 13.00’an de bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîna  Buldan, Nûnerên KCD’ê, rêveberên DBP’ê, aktivîstên TJA û namzetên HDP’ê yên bajêr dê beşdarî mitîngê bibin.      Hûnermend Mem Ararat, Hîvron û Serhat Çarnewa dê di mitîngê de derkevin ser dikê.