Stenbolî: Em sindoqan bê xwedî nahêlin 2018-06-20 13:06:22   STENBOL - Welatiyên Stenbolê diyar kirin ku dengek bi tenê jî pir bi qîmet e û ji bo deng û sindoqan biparêzin dê heta dawî ji ser sindoqan neqetin. Welatiyan ji her kesî xwest ku ji hewşê dibistanan dûr nekevin.    Ji hilbijartina 24'ê Hezîranê re 4 roj man. Banga ji bo parastin û xwedîderketina sindoqan jî her ku diçe zêde dibe. Welatiyên Stenbolê bang li her kesî kirin ku di 24 Hezîranê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Welatiyan ji hilbijêran xwest ku piştî dengê xwe dan ji hewş û dora dibistanan dûr nekevin û sindoqan biparêzin. Welatiyên Stenbolê li ser banga HDP'ê diyar kirin ku ew dê wê rojê li ser sindoqan bin û sindoqan ji lîstik û hîleyan biparêzin.    Welatî Nihat Akinci, diyar kir ku roja hilbijartinê li ser sindoqê peywirdar e û dê wê rojê sindoqan biparêze. Akinci, bang li hemû hilbijêran kir ku teqez wê rojê biçin dengê xwe bidin û heta dawî nobeta sindoqan bigirin. Akinci, xwest ji dibistanan dûr nekevin û heta jimartinê neçin malên xwe.    DÊ LI HER DIBISTANEKÊ PARÊZEREK HEBE    Prz. Mustafa Eraslan jî diyar kir ku dê roja hilbijartinê ji bo parastina sindoqan bixebite û wiha got: "Dê li her dibistanekê li gel muşahîdan parêzerek hebe. Em dê lîstik û hîleyên AKP’ê tar û mar bikin. Em destûr nadin lîstikan. Me tedbîr girtine. Divê teqez her kes biçin ser sindoqan."   Muşahîda sindoqan Oya Gungor jî xwest hemû peywirdar û parazvanên sindoqan saet ji 06.30'ê sibê heta 22.00'ê êvarî ji ser kar dûr neçin û anî ziman ku ew dê heta dawî sindoqan û dengan biparêzin. Gungor, ji hemû hilbijêran jî xwest biçin deng bidin û sindoqan biparêzin.    Endamê Lijneya Sindoqan Huseyin Ceylan jî anî ziman ku heta sindoqan teslîmî Lijneya Hilbijartinê bike dê sindoqan biparêzin.  Endezyarê Maşîneyan Metin Şen jî anî ziman ku dê hem biçin deng bidin û hem jî sindoqan biparêzin. Peywirdarê sindoqê Faik Gurbuz jî destnîşan kir ku dengek bi qasî her tiştî biguherîne girîng e xwest her kes teqez biçin dengê xwe bidin û biçin ser sindoqan.