Plansazên endezyar, avahîsaz û bajar piştgirî dan HDP’ê 2018-06-20 12:42:42   STENBOL - Ji bo HDP’ê piştgiriyek din ji plansazên endezyar, avahîsaz û bajar hat. Plankarên endezyar, avahîsaz û bajar di heman demê de ji bo parastina dengan bûn müşahit.   Ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê 4 roj man. Ji hemû reng û beşên cuda mirov piştgiriya xwe ji bo HDP’ê diyar kirin. Ji bo HDP’ê piştgiriyek din ji plansazên endezyar, avahîsaz û bajar hat. Komek plansazên endezyar, avahîsaz û bajar ên berî 3 hefteyan li hev kom bûn, ji bo piştgiriya HDP’ê dest bi kompanyaay îmzeyan kirin.  Komê di demek kurt de xwe gihandin 403 hempişeyên xwe û dê kompanaya xwe haya roja hilbijartinê berdewam bikin.   ‘EM BANG LI HEMÛ KESÊ DIKIN KU DENGÊ XWE BIDIN HDP’Ê.’   Di daxuyaniya bi îmzeya 403 plansazên endezyar, avahîsaz û bajar hat weşandin de, sedema çima dengê xwe didin HDP û Selahattîn Demîrtaş bi vî awayî rêz kirin: “Em difirin ku tenê HDP dikare ji bo pirsgirêkên bajêr, cînayetên nava bajêr, cînayên kar û di gelek mijaran de çareserî ava bike. Ji ber vê yekê me dest bi kampanyayek wiha kir. Em dixwazin hemû gel dengê xwe bidin HDP’ê. Berî 3 hefteyan me dest bi kampanyeya xwe kir. Me lîsteyek amade kir. Hîna gelek hevalên me yên nekarîn em xwe bigihînin wan hene. Navê hevalên me yên di lîsteya kampanyayê de cih digirin, di heman demê de ji bo parastina sindoqan jî bûn muşahît. Ji bo parastina sindoqan tişta ji destê me were em ê bikin.”