Banga beşdariya mitîngên Îzmîr û Osmaniyeyê hat kirin 2018-06-20 12:31:33 ÎZMÎR / OSMANIYE – Ji bo mitîngên HDP’ê yên li Îzmîr û Osmaniyeyê banga beşdariyê hat kirin.  Rêxistina HDP’a Îzmîrê dê di 23’ê hezîranê de bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder li Qada Gundogdu ya Îzmîrê mitîng bê lidarxistin. HDP’ê li avahiya xwe civîn li dar xist û pêkhateyên HDP’ê tev li civînê bûn. Hevseroka HDP’a Îzmîrê Semra Uzunok daxuyanî da û diyar kir ku dê mitînga wan dawî bibe mitînga namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş. Uzunok da zanîn ku ew ê li gel hêzên demorkasiyê mitîngê li dar bixin û banga beşdariya mitîngê kir.    Uzunok anî ziman ku beşdariya Demîrtaş a mitîngê red kirin û dê payama Demîrtaş di mitîngê de bê xwedndin.    LI OSMANIYEYÊ SIBÊ MITÎNG TÊ LIDARXISTIN    Rêxistina HDP’a Osmaniyeyê jî dê sibê saet di 17.00’an de li Osmaniyeyê mitîngê li dar bixe. Parlamenterê HDP’ê Ertugrul Kurkçu dê tev li mitîngê bibe. Bi boneya mitîngê HDP li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Namzetên bajêr tev li mitîngê bûn. Di civînê de Hevserokê HDP’a Osmaniyê Alî Coşkun hemû aliyan vexwend mitînga dê li ber avahiya partiya xwe li der bixin û xwest her kes tev li dengê wan ên aştiyê û biratiyê bibe.