Li her dibistanek Stenbolê dê parêzerek hebe 2018-06-20 12:04:13   STENBOL – Li Stenbolê dê ji bo ewlehiya sindoqên hilbijartina hilbijartina 24’ê Hezîranê serferber bibin. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û hiqûqî û her wiha parêzerên baroyê dê li hemû dibistanên Stenbolê peywîrê hildin ser milê xwe. Li her dibistanekê herî kêm dê parêzerek bê peywîrdarkirin.    Ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re 4 roj man. Li Tirkiyeyê wê nêzî 55 milyon kes biçe ser sindoqan. Partiyên siyasî didin xuyakirin ku di hilbijartinê de yek ji mijarê herî girîng jî ewlehiya sindoqan e. Li aliyekî partiyên siyasî endamên desteya sindoqê û muşahîtên xwe ji bo ewlehiya sindoqan hişyar dikin û li aliyê din jî sazî û dezgehên civakî yên sivîl jî wê roja hilbijartinê li qadê bin. Endama Komîsyona Hiqûqê ya Rêxistina HDP’a Stenbolê û Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) parêzer Arzu Kayaoglu der barê ewlehiya sindoqan de axivî.    JI BO HER DIBISTANEKÊ PARÊZEREK    Kayaoglu anî ziman ku ew hewl didin li Stenbolê serê her dibistanê parêzerek peywîrdar bikin û got: “Ewlehiya sindoqan ji bo ku tenê ne pirsgirêka HDP’ê ye, xebatên partiyên muxalefetê, saziyên civakî yên sivîl û baroyan jî di warê parastina sindoqan de heye. Bi piştevaniya baroyan wê li hemû dibistanan parêzerek hebe. Pirsgirêkên wê rojê derkevin pêşiyê dê bi riya parêzeran bê çareserkirin.”    ‘EV HILBIJARTIN GELEK GIRÎNG E’    Kayaoglu diyar kir ku dê li 39 navçeyên Stenbolê li hemû dibistnan herî kêm parêzerek hebe û wiha dewam kir: “Ji bo wê rojê vîna gel di sindoqê de derkeve û ji bo encamên rast derkevin ev xebat tê kirin. Ewlehiya sindoqan ji bo hemû hilbijartinan baş e. Di serdema OHAL’ê de ev ewlehî derket astek girîng. Yekemîn car dê hilbijêrek dikaribe bangî polîsek bike. Ev yek rewşê hin provoke dike û aloziyê derdixe. Di hilbijartinê derbasbûy de ewlehiya sindoqan gelek girîng bû. Lê ev hilbijartin bi boneya ku wê siberoja Tirkiyeyê diyar bike zêdetir girîng e. Di vî warî de wek parêzeran tişta bê destê me em ê bikin.”      'MASEYÊN ME YÊ QIRÎZÊ HENE’    Kayaoglu da zanîn ku bikaranîna deng tenê têr nake û got: “Em wek parêzeran di warê qanûnî de gelek tiştên em bikin hene. Her parêzerek li cihê deng bikar anî ku dikaribe li wê dibistanê peywîrê hilde ser milê xwe gelek girîng e. Di heman demê de peywîra hemwelatîbûnê ye. Ji bo ku sindoq bi awayek hiqûqî bên parastin, yekemîn peywîra hiqûqnasan e. Ji ber vê yekê em banga peyîr girtinê li hevalên xwe dikin. Em ê li avahiya HDP’a Stenbolê navenda kirîzê ava bikin. Her wiha em ê li her herêmek û navçeyek Stenbolê jî maseyên krîzê ava bikin.”    MA / Yasîn Kobulan