Ji bo hatina Erdogan bi ser malan de girtin 2018-06-20 12:01:16   RIHA – Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Erdogan dê îro biçe Rihayê û taziyeya AKP’î Mehmet Yildiz ê di bûyerên li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû ziyaret bike. Beriya hatina Erdogan li sîteya mala Yildiz nîvê şevê polîsan kontrola nasnameya welatiyan kir.    Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dê îro li Rihayê mitîng li dar bixe. Bi hezaran polîs ji 7 bajaran anîn Rihayê û hemû bajêr hatiye dorpêçkirin. Erdogan dê di nava rojê de biçe ziyareta taziyeya birayê namzetê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Mehmet Yildiz ê di bûyerên Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû. Beriya hatina Erdogan polîsan nîvê şevê bi ser sîteya mala Yildiz lê dimîne de girt û nasnameya şêniyên li sîteyê kontrol kirin. Şêniyên sîteyê li ser hesabên xwe yên medya civakî bertek nîşanî pêkanînê ji bo Erdogan dan.