Celal û Adîl Şenyaşar bi 23 guleyan bav Esvet jî bi lîncê kuştin 2018-06-20 11:40:10 DÎLOK - Rapora bira Celal û Adîl Şenyaşar û bav Esvet Şenyaşar ên zilamên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz bi ser dikana wan de girtin û kuştin, diyar bû. Di rapora otopsiyê de hat diyar kirin ku Celal û Adil Şenyaşar ji nêz ve hatine gulebarandin bi 23 guleyan hatine kuştin. Bav Esvet Şenyaşar jî bi lîncê û amûrê jêkirinê hatiye kuştin.    Parlamenter û namzetê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz û parazvanên xwe di 14'ê Heziranê de bi çekan bi ser dikana esnaf Esvet Şenyaşar û zarokên wî de girtin. Di bûyerê de zilamên Wekilê AKP'ê Yildiz Adîl Şenyaşar, Celal Şenyaşar û bavê wan Esvet Şenyaşar bi lîncê û guleyan kuştin. Rapora otopsiyê ya malbata Şenyaşar ku ji malbatê û parêzeran hat veşartin, Ajansa Mezopotamya xwe gîhandê.    Li gorî zagonan der barê dosyayê û raporê de biryara sinorkirinê hebe jî pêwiste rapor û dosya bi malbat û parêzerên malbata kesên hatine kuştin re bê parvekirin. Lê piştî di 14'ê Heziranê de bûyer pêk hat roja din Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul û parêzerê malbata Şenyaşar encama rapora otopsiyê xwestin. Ji bo raporê bistînin demek dirêj bi dozger re hevdîtin pêk anîn. Lê tevî hemû hewldanan dozger rapora otopsiyê neda malbatê û parêzeran.    Celal û Adîl Şenyaşar ên di 14'ê Hezîranê de ji aliyê zilamên wekile AKP'ê ve hatin kuştin, beriya jiyana xwe ji dest bidin, bi bîrîndari birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dîlokê ya 25 Aralikê. Piştî jiyana xwe ji dest dan cenazeyên wan saet di 21.00'an de birin Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê. Saziya Tipa Edlî, bêyî ku agahiye bide malbatê û parêzeran cenaze otopsî kirin û rapor amade kirin.    JI NÊZÎK VE 6 GULE BERDAN CELAL ŞENYAŞAR    Di muayineya xarîcî ya beriya otopsiya sîstematîk de hat diyar kirin ku 6 gule ji aliyên cuda de li bedena Celal Şenyaşar ketine. Hat diyar kirin ku guleya ewil ku li bedena Celal ketiye ji nêzîk ve hatiye berdan û bi armanca kuştinê berdanê. Dîsa hat diyar kirin ku guleyên din ên li bedena Celal ketine ne di asta bikuje de ne. Di şopê hemû guleyên din de hat diyar kirin ku ji nêzîk ve hatine berdan.    Li gorî daxuyaniya bijîşkê zana ya di rapora otopsiyê de hat diyar kiri ku sedema kuştina Celal Şenyaşar wiha ye: “Mimirina kes ji ber guleya çekê ku birîndar kiriye hestiyê femur perçe kiriye, damara mezin birîn kiriye û bûye sedema mirina wî.     BI 17 GULEYAN ADİL ŞENYAŞAR KUŞTIN   Yekîneyên otopsiyê di rapora muayineya xarîcî ya birayê Celal Şenyaşar  Adil Şenyaşar de diyar kirin ku li 14 cihên cuda yên bedena Adîl de bi amûrên birînê birîn bûye. Li 14 cihan birinên kûr vebûye. Di rapora yekîneyê de hat diyar kirin ku Adîl Şenyaşar rastî lîncek mezin hatiye.    Di rapora otopsiyê sîstematîk de jî hat diyar kirin ku 17 gule li bedena Şenyaşar ketiye û gule ji çekên çapên cuda li bedena wî hatiye barandin. Ji guleyên ku li bedena Adîl ketine jê 5 gule di asta kuştinê de lê ketine. Ji ber guleyan birîn dar bûye lê nebûye sedema mirinê. Tenê 2 gule ji dûr ve lê ketine. Guleyên din ji nêzîk ve li bedena wî hatine barandin. Di raporê de sedema kuştinê jî wiha hat vegotin: Sedema mirina Adil Şenyaşar  bi guleya hatiye birîndar kirin. Girêdayî birîndarbûnê hestiyên klavikula, parsû û vertebra, iliak ên bask şikestine. Sîng û lebatên hundirê wî birîn bûne Ji ber xwîn çûye hundirê wî jiyana xwe ji dest daye."    ESVET ŞENYAŞAR BI AMÛRÊ JÊKIRINÊ HATIYE KUŞTIN   Bav Haci Esvet Şenyaşar ê ku piştî kurê wî birîndar bûn û çû Nexweşxaneya Dewletêya Suruçê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê ve rastî lîncê hat û hat kuştin. Haci Esvet Şenyaşar ku rastî êrîşa lîncê hat, li gorî rapora otopsiyê di 15 Hezîranê saet di 17.00'an de li Nexweşxaneya Dewletêya Dîlokê ya 25 Aralikê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê bav Şenyaşar saet di 18.45'an de ji bo otopsiyê birine Saziya Tipa Edlî. Piştî biraziyê Esvet Şenyaşar Osman Alî Şenyaşar ji bo şahidiya tespîta nasnameyê anîne salona otopsiyê û piştî tespîta nasnameyê Osman ji salonê derxistin û otopsî kirine. Di raporê xarîcî de hat diyar kirin ku li bedena Bav Şenyaşar bi 7 cihan hatiye birîn. Bedena wî bi 7 cihan bi giranî hatiye birindarkirin. Dîsa li 23 cihên din birinên ku nebe sedema mirinê hene.    Di rapora otopsiyê ya sîstematîk de jî ji bo sedema mirina Esvet Şenyaşar wiha hat gotin: “Bi gelemperî girêdayî travmayên bedenê ekstermite, sternum, parietooksipitalde ya çep, tabula derve hatine kişandin. Dîsa xwîn çûye ser mejî, xwin çûne organên hundir. Di encama pnomotoraksê de jiyana xwe ji dest daye. Yanî li bincê hatiye kuştin."    Berê jî hatibû diyar kirin ku bav Esvet Şenyaşar bi şûşê cam ên serûman û tupê oksîjenê hatiye lînckirin û bi lîncê hatiye kuştin.