Waliyê Sêrtê Atîk ji bo AKP’ê deng ji gel dixwaze 2018-06-20 11:14:25 SÊRT – Waliyê Sêrtê Alî Fuat Atîk ligel Endamê Desteya Navendî ya Biryargirtina Navendî (MKYK) ya AKP’ê  Karsaz Ethem Sancak çûn gundê Dogan a girêdayê Navçeya Perwariyê û ji gundiyan di berdêla çêkirina rê ya gund de dengê gundiyan ji bo AKP’ê xwest.  Heta niha walî û kaymakamê gelek bajar, bajarokan çûna li bajar, bajarok û gundan ji bo AKP’ê ji gel deng xwaztin. Her wiha Waliyê Sêrtê Alî Fuat Atîk jî roja 18’ê Hazîranê çû gundê Dogan a girêdayê Perwariyê û ji gundiyan xwest ku dengê xwe bidin AKP’ê.  Walî Atîkê di dema serdana gund de li gel xwe Kaymakamê Perwariyê Hakan Şeker, Şaredarê Perwariyê Tayar Ozcan, Midurê Polîsan Saruhan Kizilay, Endamê Desteya Bilind a Biryargirtina Navendî (MKYK) ya AKP’ê ya Sêrtê Karsaz Ethem Sancak, Berpirsê Cendirmeyan ya Bajêr jî bi xwe re bir.    Berya ku Walî û şandeya li gel xwe biçe gund walî heyetek şand gund. Heyet ji bo civîna ku li gund pêk bê li gund amadekariyê kir. Piştî van amadekariyan Walî Atîk, Sancak û şandeya li gel wan bi helîkopterê daketin gund. Civîn li mala şînê pêk hat. Walî ji bo kesayetên nas ên gund axivî. Walî Atîk di axaftina xwe de ji gundiyan xwes ku deng bidin AKP’ê. Walî Destnîşan kir ku heke gundî dengê xwe bidin AKP’ê dê ew jî di berdêla dayîna dengan de riya gund çêke. Her wiha Walî di ser 10 kesên ku bi biryara şertê serbestiya bi kontrolê hatine berdan de zivirî, hem gef li wan xwer û hem jî ji wan xwest ku dengê xwe bidin AKP’ê. Walî bi ser dozgerê navçeyê re zivirî û wiha got: “Li ser we şertê serbestiya bi kontrolê heye. Di vê rewşê de divê hun jî dengê xwe bidin me”.   Gundî di civînê de bê deng man, piştî civînê Walî Atîk û yên li gel xwe ji gund vegeriyan. Ev gundê ku di derdora hezar û 100 dengê xwe hene de di hilbijartinên berê de di derdora ji sedî 75-80’yî de deng ji HDP’ê re derketine.