Ji bo mitînga Bedlîsê bang 2018-06-20 10:53:01 BEDLÎS – Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan sibê dê li Bedlîsê mitîng bê lidarxistin. Endama Meclîsa HDP’ê Nurten Uzumcu banga beşdariya mitîngê li gelê Bedlîsê kir.  Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dê sibê li Bedlîsê mitîng bê lidarxistin. Mitîng dê saet di 14.00’an de li ber Mizgefta Mezin pêk bê.  Wê Buldan û namzetên HDP’ê yên Bedlîsê biaxivin û hunermend Erol Berxwedan û Mesut Gever dê derkevin ser dike û bistrên.    Endama Meclîsa HDP’ê Nurten Uzumcu banga beşdariya hilbijartinê li gelê Bedlîsê kir û ew wek fînala xebatên xwe yên li gund û navçeyan mitîngê li dar dixin û hemû gel vexwend mitîngê.