Li Sîlopî doza ‘panzer'ê: Keşfa cihê bûyerê dîsa betal kirin 2018-06-20 10:40:29   ŞIRNEX – Daxwaza keşîfa ji bo cihê bûyerê ku polîsan di 3'ê Gulana 2017'an de li navçeya Sîlopî zarokên binayên hev Furkan (6) û Muhammed Yildirim (7) bi panzêrê di malê de kuştin, hat red kirin. Bi hinceta “Kesê zana yê panzêrê bajo nehat dîtin" cara duyemîn daxwaza keşîfê red kirin.    Di 3'yê Gulana 2017'an de li Taxa Karşiyakayê ya navçeya Silopiya Şirnexê, polîsan bi panzerê şev nîvê şevê li xaniyê malbata Yildirim xelibandin û panzêr ket hundirê xanî. Di bûyerê de Furkan ê 6 salî û Muhammedê 7 salî yên birayên hev di bin panzêrê de hiştin û qetil kirin. 3'emîn danişina doza der barê polîsê ajokar Omer Yegît û amîrê wî Murat Maden de li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê di 19'ê Nîsanê de hat dîtin. Dozger der barê polîsê ku bû sedema mirina zarokan de, bi sûcdariya "bi zanebûn ji kesekî zêdetir mirov kuştiye" ji 2 salan heta 15 salan ceza dixwaze. Di danişîna 3'emîn de hatibû xwestin ku li cihê bûyerê keşîf bê kirin. Bersîva daxwaza parêzerên malbatê îro di 20'ê Hezîranê de hat dayîn.    2 DAXWAZÊN KEŞÎFÊ RED KIRIN   Parêzerê malbatna Yildirim Huseyin Kaçmaz, bi mubaşîrê dadgehê re hevdîtin kir. Di hevdîtinêde mubeşîrê dadgehê diyar kir ku bi sedema “Kesê zana yê panzêrê bajo tune" daxwaza ku îro keşîf li cihê bûyerê bê kirin, hatiye red kirin.    Di danişîna yekem de parêzeran xwestibû ku li cihê bûyerê keşîfê bike.  Dîsa du danişîna duyemîn de parêzeran dîsa xwestibû keşifê bikin. Dîsa daxwaza keşîfê rahibû red kirin. Niha jî bi sedema kesê panzêrê bajo tune daxwaza kexîfê hat red kirin.