10 kes li Erzirom hatin binçav kirin 2018-06-20 10:32:59   ERZIROM - Di serdegirtinên malan ên li Erzirom de, endamên Meclîsa HDP û DBP’ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Serê sibê di serdegirtinên malan ên navend û navçeyên Erziromê de, heya niha 10 kes hatin binçavkirin û serdegirtinên malan hîna jî berdewam dikin.     Li Erziromê, dinava mehekê de 50’î kes hatin binçavkirin û xebatên namzetên HDP’ê yên bajêr tên asteng kirin. Polîsan serê sibê dîsan bi ser gelek malên navend û navçeyên Erziromê de girtin,e 10 kesên dinavê de endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zeynel Mat jî heyî, binçav kirin. Bi serdegirtinên malan hîna jî berdewam dikin. Navên kesên  haya niha hatin binçavkirin wiha ne: “Endamê Meclîsa DBP’ê Zeynel Mat, Rêveberên DBP’a Bajêr Abdurrahman Încekan, Osman Ozbey, Esat Kabak, Sidik Ugur, Kazim Erhan, Hafît Karagoz, Fudaîl Karagoz, Raşît Karagoz, Ayhan Kirtil.