‘Vê tabloyê salên 90’î anî bîra me’ 2018-06-20 09:59:56   ŞIRNEX - Taybet Acet a di sala 1994’an de hevjînê wê hat şewitandin û kuştin, derbarê serokwezîra wê demê Tansu Çîller a ku beşdarî mitînga AKP’ê bû de axivî û wiha got: “Ev tablo salên 90’î anî bîra me.”   Di salên 1990’î de bi herzaran mirov bûn qûrbanên cînayetên kiryar ne diyar. Serokwezîra wê demê ku bi hezaran kes bi îşkenceyên cur be cur hatin kuştin û winda kirin Tansu Çîller di rojên derbas bûyî de beşdarî mitînga AKP’ê ya Stenbolê pêk hat bûbû. Tevlîbûna Çîller a mitînga AKP’ê rastî gelek bertekan hat û bertekên li dijî Çîller berdewam dikin.    Hevjîna Îzzettîn Acet, ê di sala 1994’an de dema serokwezîrê wê demê Çîller bû, piştî îşkeceyê hat şewitandin û kujerên wî nehat dîtin Taybet Acet, tabloya di mitînga Yenîkapi ya AKP'ê de derket holê nirxand û got: “Salên 90’î anî bîra me.”    ‘ÇÎLLER BI KÎJAN RÛYÊ DERKET SER WÊ DIKÊ’   Acet, diyar kir ku AKP’ê sozên xwe  yên derbarê dîtina kujeran de yek jî ne anîn cih û wiha axivî: “Em xapandin ne bes bû , vê carê jî hatin gelhev. Bi derewan deng ji Kurdan girtin. Bi kesên xizmên em kuştin re tên gel hev. Gelo Çîller bi kîjan rûyê derket ser wê dikê?”    ‘GELO BI ÇÎLLER RE AMADEKARIYÊN KOMKUJIYÊN NÛ DIKIN?’   Acet, pirsa gelo bi Çîller re amadekariyên komkujiyên nû dikin pirsî û wiha got: “Ji bo faîlên hevjînê min bên dîtin bi salane, têkoşîna edaletê bi rêve dibim. Ez tu carî dest ji vê têkoşîna xwe bernadim. Ez ê di 24’ê Hezîranê de biçim ser sidoqan û ezê ne tenê ji AKP’ê, ji Çîller jî hesabê bipirsim. Kesên dibêjin ‘Kurd tune ne’ bila vê yekê baş zanibin, em li ser piyane. Em ê di hilbijartinê vê nîşanî wan bikin.”