Ji Mexmûriyan bang: Biçin ser sindoqê û xwedî li sindoqan derkevin 2018-06-20 09:47:56   MEXMUR - Welatiyên kampa Mexmurê beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê bang li gelê Tirkiye kirin û xwestin hem biçin ser sindoqan dengê xwe bidin û hem jî xwestin sindoqan biparêzin.    Welatîyên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) têkildarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê ya li Tirkiye pêk bê, bang li hemû gelê kurd û Tirkiye kir ku biçin ser sindoqê û hem dengê xwe bidin û hem jî sindoqan biparêzin.    Welatiyê Mexmûrê Ezîz Demir ku karê terzixanê dike li ser hilbijartinê 24’ê Hezîranê wiha got: “Em ji wargeha Mexmûrê heya Bakûrê Kurdistanê silav ji hemu pêkhateyên Tirkiye û Gelê Kurd re dişînîn. Em daxwaz ji gelê xwe dikin ku xwedi li dengê xwe derbikevin. Dengek ji bo HDP’ê dengek ji bo Selahattin Demirtaş.” Ezîz Demir diyar kir ku pêwiste gelê Kurd van bûyerên dawî ji bîr neke û xwedi li vîna xwe derkeve û got: “Dijminê gelê Kurd herdem Kurd xapandin bi polîtîqayên tunekirn û qirkirin meşandin. Ez wek penaberê  Batmanê niha li Mexmûr dijîm. Banga min ji bo gele Batmanê ew ku dengê xwe bide HDP’ê. Her dengekî wê dê me ji penabertiyê rizgar bike.”   Welatiya Mexmûrê Kewser Tûnc ji bang li gelê Kurd kir ku xwedi li dengê xwe derbikevin û wiha got: “Hilbijartina ku wê di 24’ê Hezîranê de were kirin ji bo gelê Kurd pir giringe. Ji berk u hilbijartine we me ji zilim, zurdarî û qetlîaman xilas bike. Liser vê yekê em bang li gelên Tirkiye û bi taybet ji gelê kurd dikin ku li dura HDP’ê kombibin ji azadi, wekehevî û aramiya. Her denge ji azadiya gelê Kurd tê bikaranîn û pewîste gelê Kurd ji li gorî vê hesasyetê tevbigere.”   Welatiyê Mexmûrê Salih Çakir jî bang li tevahiya gelê kurd kir û wiha got: “Ez bang li tevahiya gelê Kurd u bi taybet ji gelê Sêrt Erûhê dikim ku  biçin ser sandiqê û dengê xwe bidin HDP’ê. Ji berk u Erûh cihekî taybet ji bo gelê Kurd heye, di dîroka gelê kurd bi pêngava şerê çekdarî li navçeya Erûhê  hat avêtin. Pêwiste gelê Erûhê ji li gorî we tevbiger û denge xwe bide HDP’e û xwedî li dengê xwe derbikevin.”