HDP bi biryare li Yalova wekîlekê-î bişîne meclîsê 2018-06-20 09:35:16   YALOVA – Rêxistina HDP'ê ya Yalova bi biryare wekîlekê-î bişîne meclîsê. Rêveberên HDP'ê xwestin her kes biçin ser sindê û dengekî xwe bidin HDP'ê û dengekî xwe bidin Demirtaş.      Bajarê Yalova, ji gelek bajarên Tirkiye ji nasname, bawerî, çand û zimanen cuda mirov hatine li vir bi cih bûne. Xebatên HDP'ê li vir bi şev û roj berdewam dike. Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de AKP'ê ji sedî 39, CHP ji sedî 29, MHP ji sedî 19, HDP ji sedî 8 deng derxistibû. Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de AKP 1 CHP wekîlek derxistibû. Bajarê ku berê 2 wekîlê wê hebûn niha hêjmara wekîlan derxistin 3'yan. Li Yalova 177 hezar û 632 hilbijêr hene. HDP di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bi biryare ku wekîlekê-î derxe û bişîne meclîsê. Namzetên HDP’ê yên Yalova diyar kirin ku li hemû esnaf û malan geriyane û hemû rêxistinên sivîl û civakî ziyaret kirine. Namzetan anîn ziman ku ji hemû beşên civakê nerînên erênî stendine û bi awayekî kêfxweşî hatine pêşwazîkirin.    ‘MIN NÎŞAN DA KU JIN DIKARIN BI SER KEVIN'    Namzeta HDP'ê ya Yalovayê Hediye Polat, diyar kir ku ji bo bibe çareseriya pirsgirêkên jinan bû namzet û wiha got: "Ji ber ku ez kedkara malê me ez bawer dikim ez dê bi ser bikevin. Ez niha li Yalova namzet im. Ez ji kesên ku gotin 'Jin nikarim' re bûm bersîva herî baş. Ez li taxê rastî pertekên gelek erêni têm. Jinên derdorê dibêjin 'Te nîşan da ku jin dikarin bi ser bikevin. Ji bo ku ez nikarim li hemberî cînayetên jinan û îstîsmara zarokan bêdeng bimînim bûm namzet. Bi taybedî di serdema AKP'ê de cînayetên jinan û îstîsmar zêde bû. Polîtikayên HDP’ê û nêzikatiya HDP'ê ya li hemberî jin, ekolojî û mirovan bû sedem ku ez di HDP'ê de bibim namzet. Ya ku li Tirkiye guhertinê pêk bîne jin e. Li Tirkiye tenê HDP partiya jinê ye. Ger ku jin bixwaze dikare her tiştî bi dest bixe û bi ser bikeve. Êdî jin divê neyên bi rêvebirin. Divê êdî bi rêve bibin. Em dê li meclîsê cihê xwe bigirin û bibin dengê jinê û civakê. Ji ber vê yekê em dixwazin her kes dengê xwe bidin HDP’ê.    Namzetê HDP’ê Abdulrezak Ekincî jî, diyar kir ku bi salan e heqê kedê yê kedkar û karkeran diparêze û bawer dike ku dê karibe bi hêsanî li meclîsê jî mafê karker, kedkaran biparêze. Li vir cînayetên karkeran zêde ne. Ez dê li dijî cînayetên karkeran ji HDP’ê li Meclîsê bibim dengê karkeran. Ez wekî karker û kedkarek parastina mafê kedê di HDP’ê de dibînim. Ji bo em ji kedxwarî û binpêkirina mafan re bêjin bes e dibêjin dengekî bidin HDP'ê û dengekî bidin Demirtaş.    MA / Elif Çetiner