Roja penaberên cîhanê: Li Tirkiye bi milyonan penaber bê statu ne 2018-06-20 09:00:32 STENBOL - 20'ê Hezîranê Roja Penaberên Cîhanê ye. Di vê roja penaberan de li Tirkiye bi milyonan penaber bê statu û di şert û mercên herî xirab de dijîn. Parazvana mafên mirovan Soner Çaliş, diyar kir ku li Tirkiye bi milyonan penaber bê statu ne û got: "Beriya her hilbijartinê li ser penaberan rantê dikin. Lê li şûna em wan dikin maşik divê em wan wekî perçeyekî civaka xwe bibînin û mafên wan biparêzin."  20'ê Hezîranê Roja Penaberên Cîhanê ye. Di vê roja penaberan de li cîhanê bi sed milyonan û li Tirkiye bi milyonan penaber bê statu û di şert û mercên herî xirab de dijîn. Li gorî daneyên Midûrê Giştî yê Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir di 26'ê Nîsana 2018'an de di sînorê Tirkiye de 3 milyon û 588 hezar û 877 welatiyên Sûriyeyê dijîn. Ji xeynî welatiyên Sûriyeyê bi hezaran welatiyên Afganî, Îranî û Iraqî jî li Tirkiye dijîn. Ji xeynî qeydên fermî ji hêjmara fermî zêdetir penaber li Tirkiye dijîn. Bi taybetî pişti di sala 2011'an de li Sûriye şerê navxweşî dest pê kir, hêjmara penaberên Sûriye li Tirkiye gelek zêde bûn. Penaberên Sûriye yên koçî Tirkiye kirine b keda erzan û di nava şertê herî giran û xerab de dijîn. Ji mafên xwe yên civakî, mirovî, tenduristî û perwerdehî dûr in.    Piştî 29'ê Mijdara 2017'an, bi armanca penaberên ku ji bo dembarî daxwaza parastinê kirin, ewil ji bo 30 rojan “Belgeya qeydê" bidin û piştre "Belgeya Parastina Demborî" bidin wan pêşnûma xistin meriyetê. Her çend ev belge dan welatiyên Sûriye jî, welatiyên Sûriye nikarin ji mafê xwe yê tenduristî, perwerdehî, mafên mirovan û parastina kedê sûdê bigirin. Bi milyonan penaber bê cih û warin û gerak dijîn. Welatiyên Sûriyeyî yên nexweş dikevin jî niarin derman bibin. Nikarin ji mafê xwe yên xebatê û perwerdehiyê jî sûdê bigirin.    ‘TIRKIYE BÛ ŞIRÎKÊ GUHENÊ SÛRIYE   Lêkolînerê li ser penaberhan û parazvana mafên mirovan Soner Çaliş, bal kişand ser rewşa penaberên lie Tirkiye û wiha got: "Tirkiye dijberên şer bi rêxistin nake û dibe şirîkê vî guhenî. Li şûna li Tirkiye aştiya civakî pêş bixe, firsendên dîrokî ku dikeve destê wê bi siyaseta xerab tar û bar dike. Polîtîkaya wêdekirin û înkarê pêş dixe. Ger ku ji bo 3.5  milyon mirovên koçber amadekarî û polîtîkayek tune be ev bi serê xwe pirsgirêkek gelek mezin e. Divê em ji bo van mirovan polîtîkayên cih û war, tenduristî û perwerdehiyê ava bikin. Welatiyên Sûriye bê statu hatin hiştin. Hem jî mafê wan ê jiyanê nehat parastin. Keda wan hat xwarin.    BÊ STATU HATIN HIŞTIN   'Diveê dewlet van mirovan biparêze û statuya wan nas bike. Divê ji ber ziman, nasname, bawerî û nerîna wan a polîtîk rûmetna wan neşkîne. Ev bi xwe îşkence ye. Divê statuya wan bê naskirin û li gorî vê statuyê mafê wan bê parastin. Her çend li derve wekî penaberh tên naskirin jî, lê li hundir wekî mêvan tê nasîn û ji hemû mafê jiyanê bêpar tên hiştin. Dema statuya wan neyê nasîn vê carê keda van mirovan tê xwarin û li ser wan kedxwarî, metîngerî pêş dikeve.    Divê bi lezgin mafên wan bê parastin û ji bo çareseriya pirsgirêkên wan polîtîka bên pêşxistin."      MA / Melike Ceyhan