ÎTO Soylu hişyar kir: Li şûna tu heriyê davê ronî bike 2018-06-20 08:59:35 STENBOL - Sekreterê Giştî yê ÎTO Osman Ozturk, bertek nîşanî helwesta Wezîrê Karen Hundir Suleyman Soylu da û got: "Li şûna hûn me sucdar dikin û herî davêjin me bûyerê ronî bikin."  Di 14'ê hezîranê de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê piştî daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û Serokomar Tayyip Erdogan ku herî avêtin HDP'ê û gef xwarin, Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û zilamên xwe êrîşî dikana esnaf Şenyaşar kirin û ji malbata Şenyaşar bav û 2 kur bi lîncê kuştin. Du kurê malbata Şenyaşar birîndar kirin û piştre yekî birîndar girtin û şandin girtîgehê. Di bûyerê de ji malbata Yildiz jî Mehmet Şah Yildiz jiyana xwe ji dest da. Lê li gel vê yekê ji malbata Wekîlê AKP'ê Yildiz û zilamên wî tu kes nehatin binçavkirin û kes nehatin girtin. Dema 25 saziyên rêxistinên demokratîk ên Amedê ku di navde Baroya Amedê, Odeya Tabîban, ÎHD û Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê jî di navde xwestin biçin Pirsûsê û lêkolîn bikin, waliyê Rihayê fermand şand ji polîsêin Amedê re û destûr nedan ku heyet ji Amedê derkevin. Piştre Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu Baroya Amedê û Odeya Bazirganiyê ya Amede bi muzahiriya PKK'ê tawanbarh kir. Piştî vê yekê bertek û nerazibûnên li dijî Wezîr û rayedarên hikûmetê zêde dibin.    Sekreterê Giştî yê ÎTO Osman Ozturk, bertek nîşanî helwesta Wezîrê Karen Hundir Suleyman Soylu da û got: "Li şûna hûn me sucdar dikin û herî davêjin me bûyerê ronî bikin." Ozturk, anî ziman ku ev gotin nîşan dide ku ew bi xwe sûcdar in û sûcê xwe dixin situyên kesên din. Ozturk,  da zanîn ku Soylu û hikûmeta AKP'ê bi van daxuyaniyên reşkirin û herî avêtinê dixwazin rêxistinên civakî deq bikin û di nava civakê re bê qîmet bikin û wiha got: "Çi çara rêxistinên demokratîk û saziyên sivil li aştî, demokrasî û çareseriyê xwedî derdikevin ji aliyê hikûmetê ve tên tawanbarkirin. Saziyên sivîl ên civakî her dem wekî rêxistinên sûc nîşan didin. Me berê ev tişt pir dîtin. Wekî rêxistinên civakî û rêxistina hekîman îşkence îhlala mafên mirovan e. Sûcê mirovahiyê ye. Divê bi lezgîn der barê vê daxuyaniyê de lêpirsîn bê destpêkirin. Ger ku li holê sûcek hebe divê dozger vê yekê lêkolîn bikin û li gorî heq û hiqûqê divê nêzîk bibin. Wezîrê Soylu nikare li gorî serê xwe suc ava bike û kesan sucdar bike. Ev nîşan dide ku ew bi xwe sucdar e û sucê xwe davê ser kesên din."    JI BER NAXWAZIN RASTÎ RONÎ BIBE HEYET ASTENG KIRIN   Ozturk, anî ziman ku mijara Pirsûsê pir hesas e û ew jî vê bûyerê lêkolîn dikin û wiha got: "Di nava wê heyeta ku biçûya Pirsûsê hevalên me jî dê di navde hebûna. Lê xuyaye ku naxwazin berpirsiyarê kuştinan bê ronikirin. naxwazin rastî ronî bibe. Ji ber vê yekê heyet asteng kirin. Yekîtiya Tabîbên Tirk, Komeleya Mafên Mirovan û Vakfa Mafên Mirovan dê biçe li wir çi bike? Naçin delîlan tune nakin. Dê biçin lêkolîn bikin. Lê her çend heyet asteng kiribe jî hemû kes li wir dizanin çi bûye. Divê Suleyman Soylu rastiyê ronî bike. Li şûna heriyê davê kesan bila rastiyê ronî bike û berpirsiyaran bigire û darizîne. Divê Wezîrê Karên Hundir û wezîrê Tenduristiyê vê yekê ronî bike. Em destûr nadi ser bûyerê veşêrin."    MA / Ferhat Çelik