Welatiyê ereb: Dengê xwe bidin HDP'ê 2018-06-20 08:58:39 SÊRT - Li Sêrtê yek ji welatiyên ereb ku bi awayekî çalak di nav xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de cih digire Kamûran Kalkan, diyar kir ku HDP partiya hemû gelan e. Kalkan bang li herkesî kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.  Li Sêrtê piştî kurdan herî zêde ereb hene. Demeke dirêj e li bajêr kurd û ereb bi hev re dijîn û bi hev re xebatên ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê bi rê ve dibin. Yek ji welatiyên ereb Kamûran Kalkan ku tev li xebatên hilbijartinê bûye, diyar kir ku îktîdar bi riya çapemeniyê HDP'ê îllegalîze dike û loma civak bi mesafeyî nêzî HDP'ê dibin. Kalkan got: "Dema di nav HDP'ê de min cih girt, min bi nasnameya xwe cih girt. Li vira çi ereb be, çi tirk û kurd be, cihêkarî tune ye. Em ne li dijî Komara Tirkiyeyê û alayê ne. Tenê em li dijî pergala vî welatî ne. Em li dijî polîtîkayên çewt in."    Kalkan, bilêv kir ku AKP ji bo ereban tiştek nekiriye û mudaxilekirina wê ya Sûriyeyê ne rast e. Kalkan destnîşan kir ku heta ku Tirkiye pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser neke ew nikarin tu tiştî jî bikin.    Kalkan destnîşan kir ku li cîhanê tiştekî yekemîn e ku namzetekî serkomariyê di girtîgehê de ye û got: "Recep Tayyip Erdogan demekê ji ber helbestekê hat girtin. Bila xwe têxe şûna Selahattin Demirtaş. Li tu welatî namzetekî serokomariyê di girtîgehê de nehatiye girtin. Ev jî rastî ye; eger sûcê Selahattin Demirtaş hebûna, dê namzetiya wî nehatana qebûlkirin."    ‘HDP TENÊ NE PARTIYA KURDAN E'    Kalkan, bilêv kir ku HDP tebê ne partiya kurdan e, partiya çerkez, ereb, laz, tirkan û hemû pêkahteyan e. Kalkan bang li herkesî kir ku dengê xwe bidin HDP'ê. Kalkan ji bo kurdan jî got: "Hûn jî destê xwe deynin ser wijdanê xwe û dema hûn çûn ser sindoqan Roboskî, Cizîr û Nisêbînê ji bîr nekin. Dixwazim ji bîr nekin ku Dayika Taybet neh rojan li nêv kuçeyê ma."