Ciwanê ji AKP'ê îstifa kir: Me got em kurd in, gotin 'bibin gurgeboz' 2018-06-20 08:57:40 AMED - Ahmet Nazîf Sarrafoglû ku demeke dirêj di nav AKP'ê de xebitî û paşê ji ber ku tiştên tên serên kurdan ji AKP'ê îstifa kir got: "Me got em kurd in, lê wan got bibin gurgeboz û me jî dev jê berda." Sarrafoglû tev li xebatên hilbijartinê bû.  Ahmet Nazîf Sarrafoglû (25) ku hem di dema xwendekariya xwe ya lîseyê û hem jî di ya zanîngehê de di nav AKP'ê de xebitî û paşê îstifa kir, niha li navçeya Bismilê ya Amedê tev li xebatên HDP'ê yên hilbijartinê bûye. Sarrafoglû dema li Zanîngeha Şeyh Edebalî ya Bîlecîkê dixwend Alîgirê Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê Bîlecê bû û 6 salan bi awayekî aktîf di nav AKP'ê de xebitî. Sarrafoglû, anî ziman ku piştî êrîşên li ser Efrînê û kirinên AKP'ê yên li ser kurdan wî ji AKP'ê îstifa kiriye.    'ÊDÎ MIN HEW ÎDARE KIR'    Sarrafoglû, bilêv kir ku AKP bi polîtîkayên xwe cberberîbûnê dixe nava civakê û got: "Erdogan ji nasnameya xwe ya demokratbûyînê dûr dikeve û ber bi pergaleke netewperest û faşîzan ve diçe. Êdî ji ber zulma ku li kurdan dike min hew îdare kir. Tu nikarî mirovan ber bi tetikêşiyê ve bikişînî. Bi vî awayî hûn ji Xwedê re şirîk çêdikin. ciwan bûm, zarok bûm min şaşî kir."    'TIRKIYE BI HDP'Ê RE BER BI SERDEMA RONESANSÊ VE DIÇE'    Sarrafoglû bilêv kir ku AKP hesasiyetên olî yên civakê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û bi vî awayî empozeyî civakê dike. Sarrafoglû got: "Em nû şiyar bûn. Em hatin xapandin. HDP ji bo civakê siyasetê dike, berberîbûnê naxe nav civakê, wan tîne gel hev. Loma tev li xebatên HDP'ê yên hilbijartinê bûm."    Sarrafoglû bilêv kir ku sîwaneke berfireh a HDP'ê heye û got: "HDP, di ser standardên cîhanê re siyasetê dike. Tirkiye bi HDP'ê re ber bi serdema ronesansê ve diçe. Hêviyên cuda li mirovan peyda dike."    'CIVAK HIŞYAR BÛ'    Sarrafoglû, anî ziman ku di serdema AKP'ê de civak tevizî bû û got: "Di nav AKP'ê de tirkçî û tûrancî hene. Lê di nav HDP'ê de hemû derdorên civakê hene. Bi saya HDP'ê cvak hişyar bû." Sarrafoglû bi lêv kir ku piştî hilbijartinê jî ew ê di nav xebatên HDP'ê de cih bigere û bang li kurdên ku dengê xwe didin AKP'ê û got: "Eger dengdayîna ji bo sê hîvikan layiqî rûmeta xwe bibînin, nexwe ew û rûmeta xwe. "Me got em kurd in, lê wan got bibin gurgeboz û me jî dev jê berda."   MA / Mehmet Şah Oruç