‘Heta hejmarî neqede em sindoqan bişopînin' 2018-06-20 08:56:50 BÛRSA - Namzetê HDP'ê yê Bûrsayê Adnan Şahîn, ji bo rizgarkirina demokrasiya li Tirkiyeyê divê HDP bê destekkirin û got: "Heta hejmarî neqede divê hilbijêr sindoqan bişopînin. Ev peywira herî mezin a ji bo sindoqa ye."  Namzetê HDP'ê yê Bûrsayê Adnan Şahîn, kampanyaya hilbijartinê ya li bajêr nirxand û behsa ewlehiya hilbijartinê û tevdîrên ku dê di vî warî de bigirin kir.    Şahîn, diyar kir ku hilbijêr hay jê hene ku ji bo ji nû ve demokrasî bê vî welatî rola HDP'ê girîng e. Şahîn, destnîşan kir ku ji bo HDP bendê derbas bike gelê Bûrsayê hewl dide û got: "Armanca me ew e ku em li herdu herêmên Bûrsayê jî herkê parlementerekî bişînin Meclîsê. Coşa ku em li qadê pê re rû bi rû dimînin armanca me xurtir dike. Di vî 4 rojên dawî de ji bo em xwe bigihînin hilbijêrên ku me xwe neghandine wan, em tev digrein."    Şahîn anî ziman ku ji bo muşahidiyê jî xebatên wan didomin û got: "Nemaze jî li deverên ku di hilbijartinên din de me zêde deng jê girtine, me bêtir tevdîr girtine. Li Bûrsayê me ji bo hezar û 850 sindoqî endamên desteya sindoqê bi cih kiriye. Niha em li ser muşahidan hûr dibin. Helbet ewlehiya hilbijartinê tenê ne peywira HDP'ê ye. Di vî warî de me û partiyên muxalif jî li hev kiriye û em dikin. Bi taybetî jî bi destê platforma Oy ve Otesiyê û Platforma Hilbijartinê ya Adil ji bo ewlehiya hilbijartinê yekîtiya me û partiyên muxalif çêbûye. Li deverên ku hilbijêrên me lê kêm in, me pêwendî bi partiyên din re danîn. Nemaze jî li rojavayê welat ji bilî HDP'ê barê giran dikeve ser milê CHP, Partiya ÎYÎ û Partiya Saadetê."    ‘HDP AMADE YE ROLA XWE YA DÎROKÎ BILÎZE'    Şahîn, destnîşan kir ku welat li xaçerêyeke dîrokî ye û got: "HDP bûye partiya Tirkiyeyê. Niha tekane rizgarkerê demokrasiya Tirkiyeyê HDP ye. Eger HDP bendê derbas neke, kesên dixwazin demokrasî bê Tirkiyeyê dê mecbûr bimînin salên dûr û dirêj ji bo demokrasiyê bitêkoşin. Belkî jî rejîmeke yekzilamî ku êdî hilbijartin çênebin pêk bê. Ji bo rizgarkirina demokrasiyê divê hilbijêr destekê bidin HDP'ê. Bang li hemû demokrat, elewî û bindestan dikim ku li dor HDP'ê ji bo demokrasiyê bitêkoşin."    ‘HETA GIRTEK BÊN TESLÎMKIRIN EM Ê BIXEBITIN'    Şahîn hîle û xurdeyên ku di referandûma 16'ê Nîsanê de rû dan bi bîr xist û got: "Ji bo ev yek careke din rû nede, tenê ne partiyên siyasî divê hilbijêr jî xwedî li dengên xwe derkevin. Heta hejmarî neqede divê hilbijêr sindoqan bişopînin. Ev peywira herî mezin a ji bo sindoqa ye. Em ê jî heta ku girtek bên teslîm kirin, em ê bixebitin."    MA / Melike Ceyhan