Gaziyê 10'ê Cotmehê gund bi gund ji bo hilbijartinê digere 2018-06-20 08:55:43 WAN - Umran Tekdal ku di Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de birîndar bûbû, ji Setnbolê hat navçeya xwe Miksê û di nav xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de cih digire. Tekdal, diyar kir ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de hesabê komkujiyê bipirsin.  Umran Tekdal ku di Komujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de birîndar bûbû, ji Stenbolê hat navçeya xwe Miks a Wanê û ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê de tev li xebatên HDP'ê bû. Tekdal, destnîşan kir ku ji bo hesabpirsîna komkujiyê hilbijartina 24'ê Hezîranê girîng e.    GUND BI GUND    Tekdal, anî ziman ku navbera daye karê xwe yê li Stenbolê û hatiye navçeya xwe. Tekdal, diyar kir ku ew tevî rêveberên HDP'î gund bi gund digere û carinan jî ji bo hesabê medyaya civakî yê navçeyê wêneyan dikişîne. Tekdal, destnîşan kir ku bi HDP'ê re guherîneke mezin çêbûye û got: "Wisa bawer dikim ku em bêtir xwe tînin ziman. Miksî, ne wekî berê ne."    Tekdal, coşa hilbijartina 7'ê Hezîranê bi bîr xist û got: "Bi şev û biroj ji bo wê coşê em distriyan, lê piştî 7'ê Hezîranê êrîş li mîtînga aştî û kedê hat kirin û ji 500 kesên birîndar bûn yek jê jî ez im. Dema em gihîştin garê polîsek tune bû. Ew DAIŞ'iyê hov komkujiyek pêk anî. Heta niha 18 caran emeliyat bûme û hîn jî 2 emeliyatên min mane."    ‘DÊ HESABÊ 10'Ê COTMEHÊ BÊ PIRSÎN'    Tekdal diyar kir ku ew hêzdar e û li ser xwe ye û her lêdidin ew hêzdartir dibe. Tekdal, anî ziman ku hilbijartina 24'ê Hezîranê ji bo kurdan firsendeke mezin e û got: "Bi wê bîrbiriya berpirsiyariyê min xwest li vira bim. Tevî hemû çewisandinên li ser me jî em dixebitin. Tu peyv tune ne ku di warê madî û manewî de behsa tiştên ku di vê pêvajoyê de hatin serê min bibêjim. Lê wisa difikirim dê hesabê 10'ê Cotmehê bê pirsîn, dê dadgehên serbixwe biryaran biin. Loma ez li vira me û teqez em ê bi ser bikevin."